cang
KurdîBiguhêre
Biguhêre
cang nêr
- qumaş, caw, çît, fason, kemxe, kisûr, pirtî, pate, paçe, xak,
kereseyê cilan,
tiştê cilik jê tên çêkirin - tekstîl[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].
Bi alfabeyên dinBiguhêre
Bide berBiguhêre
Binere herwihaBiguhêre
EtîmolojîBiguhêre
Ji zimanên îranî, hevreha din ya kurmancî caw, herwiha hevreha جامه (camê: gumlek, kiras) ya farisî, come ya lûrî, şewî ya kelhûrî. جامه (camê) ya farisî di eslê xwe de maneyeke berfirehtir heye, wek di peyva /پاجامه/ پايجامه (paycamê/paycamê: pîjame, derpê, cilê lingan/piyan) ku ji farisî bi rêya hindî ketiye inglîzî (pyjamas) û li dinyayê belav bûye. Di rastiyê de divê "cag" bûya lê "n" jî lê zêde bûye. Jixwe ew zêdebûna "n" jî li peyvan diyardeyeke berbelav e: tac > tanc, çok > çong, firset > fersend, tifek > tifeng...
Veguherîna dengê m/v/w/b/g di navbera kurdî û farisî de diyardeyeke naskirî û berbelav e. Lê herwiha "ç/ş/c" jî carinan vediguherin, wek kurmancî "çûn", zazakî "şiyene", farisî "şûden". Rast e ku maneya "çûn" û "şûden" ji hev cuda ye lê rehê wan eynî ye.
Heta "cil" jî dikare hevreha "caw, camê, come, şewî" be. Eger wisa be, bingehê peyvê divê demekê *yaml bûbe. Di peyva "caw, camê, come, şewî" de "m"hatibe parastin û "l" ketibe û di "cil" de jî "m" winda bûbe û "l" hatibe parastin.
Belkî ji proto-hindûewropî *ḱam- (cil, caw, cang) ku ihtimal e herwiha serekaniya peyva qemîs e (bi rêya erebî ji latînî) û peyva inglîzî hame e.
JêBiguhêre
WergerBiguhêre
- Baskî: ehun → eu
- Bulgarî: Тъкан → bg (Tǎkan)
- Danmarkî: stof → da
- Almanî: Gewebe → de n
- Fînî: kangas → fi
- Fransî: tissu → fr
- Holendî: stof → nl m, weefsel → nl n
- Mecarî: szövetanyag → hu
- Îbranî: בד → he m
- Inglîzî: fabric → en, textile → en, cloth → en, pot → en
- Îtalî: tessuto → it
- Norwecî: tekstil → no
- Polonî: materiał → pl, tkanina → pl, struktura → pl
- Portugalî: produtos têxteis
- Rusî: ткань → ru (tkanʹ)
- Slovakî: tkanina → sk, látka → sk
- Slovenî: tkanina → sl, blago → sl
- Spanî: tejido → es
- Swêdî: tyg → sv, väv → sv, system → sv, konstruktion → sv
- Tirkî: kumaş → tr, bez → tr, tekstil → tr
- Yûnanî: ύφασμα → el (ýfasma), υπόθεμα → el (ypóthema), πλέγμα → el (plégma), φέρων οργανισμός → el (féron organismós)