Gotûbêj:îngilîzî

Şiroveya dawî: 31 tebax 2023 ji aliyê Balyozxane ve di mijara Gotûbêja standardkirinê de

Awayê standard biguhêre

@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder:

Merheba hevalino, bi qenaeta min divê awayê standard yê vê peyvê bibe "îngilîzî", lewma divê formatên din ber bi vî ve werin alîkirin. Hûn çi difikirin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:43, 10 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

@Bikarhêner: li ser wîkîferhengê ez her tim inglîzî dibînim. Heke çewtiyek tunebe ez dibêm em wana neguherînin. Tu çima dibêjî awayê rast "îngilîzî" ye? --Balyozxane (gotûbêj) 22:54, 10 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Ji ber ku di gelek çavkaniyan de wisa derbas dibe,û di praktîkê de jî wisa dibihîsim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:01, 10 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Şûnda gotûbêjê li vira ye: Gotûbêja modulê:ziman/dane. Ev rûpel li ser peyvê ye...--Ghybu (gotûbêj) 23:29, 10 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav @Bikarhêner:, bi rastî eger tu awayê peyvê yê standart wekî îngilîzî sabit bikî, tu yê xêreke mezin bikî. Ez mêj ve dîtina herdu awayan li ferhengê gelekî aciz dibim. Divê em ji zû de vê merhaleyê derbas bûna. Nesatandartiya peyvên wiha berbelav pêbaweriya ferhengê kêm dike. Îngilîzî divê standart be çawa ku ferhenga rastnivîsînê û rêbera rastnivîsînê jî bi kar tînin. Ez nîqaşeke li ser kok û rastnivîsa wê filan durist nabînim. Dibe ku awayê din rasttir be, lê li vir meseleya me êdî bûye lihevkirin û berbelaviya peyvê di nav kurdên bakur de.--Bibliophile (gotûbêj) 05:43, 11 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: bi rastî jî awayê îngilîzî zêdetir tê bikaranîn. Vê rûpelê bar bike Gotûbêja modulê:ziman/dane û biguherîne. --Balyozxane (gotûbêj) 08:45, 11 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalino, @Hakîmo, Ghybu, û Mohajeer: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju:
Bi ya min forma "înglîzî" bi tesîra tirkî di nav kurmancên bakûr de van pêlan hinekî berbelav bûye. Lê hîn jî bi devkî forma "inglîz" tê bihîstin dema behs tê ser qewnê inglîzan. Ez niha nikarim baş îzah bikim lê bi ya min ev ji aliyê dengsaziyê ve jî çêtir li kurmancî tê. Herwiha min got ka ez li berbelavbûna herdû forman bi tîpên aramî jî bikolim. Gava ez li " ئینگلیزی" (înglîzî) geriyam pir zêdetir encam derketin, lê gava min bala xwe da wan min dît piraniya piraniya wan bi soranî ne, hema bêje min kurmancî hîç nedîtin. Îja ez li "ئنگلیزی" (inglîzî) geriyam, encam hindiktir bûn lê vê carê jî piraniya piraniyê bi kurmanciya behdînî bûn. Dixwazin hûn jî vê lêkolîna min ya biçûk dubare bikin lê bawer im hûn ê jî heman encamê bibînin. Mînakeke dinê ji kurmanciya behdînî jî ev malpera dersan e: Zawita Academy Di vê malperê de vîdyoyên gelek dersan hene yek ji wan jî inglîzî ye û wek di lînka min dayî de tê dîtin ji bo inglîzî "ئنگلیزی"(inglîzî) hatiye nivîsandin. Bi ya min standard divê "inglîzî" be lê em hinekî dinê lê bikolin berî em biryar bidin. —Pispor (gotûbêj) 17:31, 11 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Herwiha navê ferhenga Michael L. Chyet "Ferhenga Kurmancî - Inglîzî" ye lê di ferhengê de peyva "inglîzî" dibêje bnr. "înglîzî". -- Guherto (gotûbêj) 22:19, 11 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
NOT:
Me vê gotûbêjê bar kir vir: Gotûbêja modulê:ziman/dane

Gotûbêja standardkirinê biguhêre

 

Ev agahî ji Daxwazên standardkirinê hatiye arşîvkirin (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin, lê hûn dikarin gotûbêjeke nû li ser wan li dar bixin.


  Standarda Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû îngilîz-î (r. 224) ye.--Rewiye tine (gotûbêj) 20:26, 7 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

îngilîzî - inglîzî Standardkirin lazim e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 06:54, 23 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Gotûbêj biguhêre

  Şirove Bnr Gotûbêja modulê:ziman/dane#Awayê_standard. Ez awayê rast weke "înglîzî" (bê "i") dibînim. -- Guherto (gotûbêj) 07:44, 23 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto: Ew di bin tesîra tirkan da bûye înglîzî. Ez o piraniya ixtiyarên ku bi tirkî nizanin wek inglîzî bi lêv dikinê. Li Başûrê jî herdem wek inglîzî derbaz dibit. -- Hakîmo (gotûbêj) 14:09, 11 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

  Şirove

  • Îngilîz, îngilîzî, îngilistan→ Komxebeta KurmancîyêRêbera RastnivîsînêWeqfa Mezopotamyayê2019, çapa 1em, r. 202, ISBN 978-605-80975-0-6
  • Îngilîz, Îngilizî→ D.ÎzolîFerhengDeng2013, çapa 8em, r. 285, ISBN 978-975-7011-49-1
  • Îngilîz, îngilîzî→ Kameran BotîFerheng Kurdî-KurdîDo2007, çapa 1em, r. 325, ISBN 978-605-7920-44-7
  • îngilîz, îngilîzî, îngilîzkî, îngilîstan→ Musa AltunFerhenga Îngilîzî KurdîWeşanên Sîtav2020, çapa 1em, r. 229, ISBN 978-605-7920-66-9
  • îngilîz, îngilîzî, îngilîztan→ Ramazan Pertew, Mikail Bulbul, Çetin Taş, Ruken Çaliştiran, Bunyamin DemirFono Kurdçe Standart Sozluk/Tirkî-Kurdî Ferhenga StandartFono2018, çapa 2em, r. 107, ISBN 978-975-471-487-6
  • îngilîz, îngilîzî→ Kamuran A.Bedir Khan, Josefe Bertolino, Kendal NezanInstitut Kurde De Paris Ferhenga Kurdî-FransizîAvesta2017, çapa 1em, r. 746, ISBN 978-2-360134311
  • the kurdish dictionary→îngilîz, îngilîzî
  • google translate→îngilîzî
  • Soranî→ئینگلیزیی(deng?)
  • farisî→انگلیسی(îngîlîsî) [[1]]

--Rewiye tine (gotûbêj) 20:24, 7 adar 2021 (UTC)Bersiv bide


  Îngilîz li gorî Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê hatiye standardkirin. Ji kerema xwe piştî hefteyekê awayên din wek guhartoya îngilîz biguherînin.
--Balyozxane (gotûbêj) 18:38, 31 tebax 2023 (UTC)Bersiv bide


Vegere rûpela "îngilîzî".