Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Paşlêker biguhêre

-ijîn

  1. Paşgirekê ye ku ji navdêr û rengdêran lêkerên negerguhêz çêdike û wateya guherîn û livînê dide anku transformatîf û transportatîf e:
    kel > kelijîn
    nerm > nermijîn
    tam > tamijîn
    teng > tengijîn
    hilm > hilmijîn
    bêhn > bêhnijîn
    fir > firijîn

Bikaranîn biguhêre

  • Ji lêkerên ji vê paşgirê navdêrên jê-lêkerî (deverbal) jî çêdibin, binêre kelij, hilmij, gurmij...
  • Forma gerguhêz -ijandin e, ti carî nabe -aştin.

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Herwiha -iz, -is, -mij, -mis (wek di kelmijîn, çilmisîn, tengizîn, teqizîn, alizîn, gurmijîn de), ji a resen -mij/-miz bi /m/'yekî vekêşanbar (retractable) anku "-(m)ij"; anku heke dengdarek guncan pêş wê bê (wek /r/, /l/, /m/...) /m/ xwe diyar dike (wek çilmisîn, kelmijîn, gurmijîn), lê heke guncan nebe dikeve. Lêbelê ev rêzikek qethî nîne (wek ku ji firijîn jî tê dîtin). Bi soranî, palewanî, goranî û hwd. carinan /m/ a wê paşlêkerê dibe /w/ lê di badînî de nabe /v/, binêre çilmisîn û soranî چرۆ(çro) û kirmaşanî چلۊسیان(çlüsyan). Xasî zimanên kurdî ye û di zimanên din ên îranî de peyda nabe. Yeksanî îngilîzî -ify, -ificate. Dawiyê gengaz e ku ji proto-hindûewropî *mey- (guherîn; xurt kirin), ku wek *meyḱ- (tevdan, têkil kirin) bûye îngilîzî mix jî û di zimanên îranîkî de jî farisî آمیختن(amîxten, dema niha amîz-, tevdan) heye. Li gor dengnasiya kurdî ew bîrdoz a çêtirîn e lê li ser wê xebat tine anku netîceya wê vekirî ye. Dibe ku têkildarî -zar (bi-, -în) jî.

Gengazkî ne hevreha -iştin, (soranî -îştin), wek di gihiştin, maliştin, hêliştin de. Ew gengaztir e hevreha -ist/-îst (wek di bihîstin, kelistin, lehîstin, zanistin de) e ku wek pêguhera -îd- (kurdiya îro -în, farisî ـيدن(-îden)) ku wateya dema bihûrî dide tê karî. -işt/-îşt—-ist/-îstgelek caran diguherin di nav hev de bi zimanên îranîkî, s=ş diyardeyeke berbelav e. Bi piranî /(m)/'a vekêşanbar (retractable /m/) wê bîrdozê kêmtir pêkan dike. Hêj, hin nimûneyên -ijîn dikarin guhertoyên -iştin jî bibin (wek riştin - rijîn).