Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

Lêkera negerguhêz
Rehê dema niha -çilmis-
Rehê dema borî -çilmisî-
  TEWANDINA LÊKERÊ
 
Guleke çilmisî.

çilmisîn lêkera xwerû, negerguhêz

  1. qurmiçîn, qirmiçîn, qermiçîn,
    (gul û giya yan leş) ji ber piçek hişkbûnê xeml û geşiya xwe ji dest dan
    Gul çilmisîn,
    Rûyê mirovên pîr qurmiçî ye.
    • Ey felek bo te dinalim
      Bo çi nêrgiz çilmisîn
      Ew çima bextê me ho ye
      Em bê dost û bêkes in.
       — (Helbest: Bedirxan Sindî, stran: Mihemed Şêxo)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Dijmane biguhêre

Têkildar biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî çiro bûn, kirmaşanî çilüsyan, ermenî թարշամել (tarşamêl) / թառամել / (taramêl) herdu bi maneya "çilmisîn", avestayî terşne- (tî, têhn, hewceyî avê), sanskrîtî trşyeti- (tî, hewceyî avê), yûnaniya kevn τέρσομαι (têrmosoy: hişk / ziwa bûn), latînî terra (ax, erdê ziwa) û torrere (sotin, şewitîn), almanî dürr (ziwa, hişk), albanî thartë (tirş) û ter (hişk / ziwa bûn), îngilîzî thirst (tên, hewcedariya bi avê) û dry (hişk, ziwa)... hemû ji proto-hindûewropî *ters- ("hişk, ziwa") ku herwiha serekaniya / tên (hewceyî avê) û tirş) yên kurdî ye jî. Bo guherîna "t > ç" bide ber "pate/paçe" û "qurt/qurç". Guherîna "l/r" di kurdî de diyardeyeke berbelav e.

Ji formeke kevnar a hevpar a wekî *terşemsîn, rş/rd/rj di kurdî de gelek caran dibe l (binêre dil, hêl-, bilîn û frs: ورزیدن‎(werzîden)). m'ên ku pêş dengekî dengdêr tên jî li gor zimanî dibin dibe v/w. anku di kirmaşanî de bûye *çelewsîn > *çilûsîn û bi dengnasiya kirmaşanî bûye "çilüsiyan/çilüsîn" ji ber ku w'ên badînî bi kurmanciyên palewanî dibin ü. Bi soranî *çilewsîn bûye lê s herçima ketiye û paşê jî wek lêker êdî nemaye û wek *çilew maye ku bûye "çiro". Di badînî de m cih guhartiye lewma jî nebûye v, wek "çilmisîn" maye. -mis di vir de paşgireke transformatîf e ku maneya guherînê nîşan dide, anku çilmisîn = tirş ketin. Bo zêdetir agehî binêre -ij.

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çilmisîn çilmisîn
Îzafe çilmisîna çilmisînên
Çemandî çilmisînê çilmisînan
Nîşandera çemandî çilmisînê wan çilmisînan
Bangkirin çilmisînê çilmisînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çilmisînek çilmisînin
Îzafe çilmisîneke çilmisînine
Çemandî çilmisînekê çilmisîninan

çilmisîn

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger biguhêre