xiroş

  1. heyecan, kelecan
  2. pêldan

Ji wêjeyê

biguhêre
  • Ji coş û xiroşa wan re...
    Pêl û masiyên deryayê minêkar,
    Bi vî ahingî em gehêştin Derdenîl,
    Paşê Istembol,
     — (Qedrî Can: Ez diçim Mosko')

Nîşeyên bikaranînê

biguhêre

Nêzî hergav digel coş li kar dibe, wek coş û xiroş.

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha zazakî xuros û soranî خورۆش(xuroş), ji farisî خروشیدن(xorûşîden, bi dengê bilind girîn, qîrîn, gurmijîn), hevreha farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (xrûsten), farisî خروس(xorûs, dîk, hema ê ku diqîre), soranî ورووژان(wirûjan, bikelecan bûn, bizivîn) û ورووژ(wirûj, xiroş, kelecan, heyecan)[1] . Divê cihê a xwemalî *hirojîn/*hiroştin girtibe. Gengazkî têkildarî peroş jî hatiye kirin, bo zêdetir agehî lê binêre. Wate xasî kurdî ye, bi farisî bi vê ramanê nayê bikaranîn lê jixwe maneya gurmijîn û kelecan navguherbar (interchangeable) e. Dibe ku hevreha kurdî gurmijîn û gurmij lê ew digel guhertoyên din pirsgirêkine dengnasî çêdike. A ku bi dengê /x/ ye divê farisî bibe ji ber ku bi kurdî wan dengan /h/ ne, bide ber hêk, hirç, xav... Lê ev nayê wateya ku a resen /xr/ nîne, tenê ji ber ku (wek ku ji soranî ورووژان(wirûjan)/هەرووژان(herûjan) jî diyar e) zimanên kurdî ew /*x/'a pêkan xistine h/w li gor rêzikên xwe ên dengnasî wisa hat gotin. Bo têkildariya pêkan a ligel lêkerên din binêre gurmijîn.

  1. Ferhengekeyî Henbane Borîne, Hejar