Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî totik totik
Îzafe totika totikên
Çemandî totikê totikan
Nîşandera çemandî totikê wan totikan
Bangkirin totikê totikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî totikek totikin
Îzafe totikeke totikine
Çemandî totikekê totikinan

totik

  1. Awayekî rûniştinê.[1]
    Hevmane: totbûn, qelafîsk
    • Li axura bêdeng ko jê bîhneke giran a tirşokî dihat û însên jê hinekî saw digirt, ez jî bêdeng, li kêleka wî, li ser totikan, rûniştim... — (Mehmed UzunHawara Dîcleyê 1, Weşanên Nefel2003)
    • Ez li ber çongê Melîkeyê li ser totikên xwe rûniştim. — (Ahmet Ümit (wergêr Rêşad Sorgul), Bazinê Nînattayê, Weşanên Mezopotamyayê, 2008, r. 113)
    • Dema rovî dît nêçir
      Zûka sûn kêr û sadir
      Rûnişt li ser totikan
      Li cem wana veket şêr
       — (HawarRoviyê Jîr, Osman Sebrî, hj. 291941)
  2. (Ûrmiye) Nanê tendûrêqulqulî.[1]
    Hevmane: biskêt
    • Bi fîncana kaw îçke vedixwar,
      û axrîye jî totikê şîrin xwar.
       — (A. S. Pûşkîn (wergêr Casimê Celîl), Çîroka Masîgir û Masîya Zêrîn, Îstîtûta kurdzanîyê, Wien, 2012, r. 18)
    • Di kelê de gelek firne hebûn. Di van firneyan de, nanê sêlê, loşê tenûrê bokkan, totik, kiloç, kade, mirtoxe, şilik, bîşî û cureyên mayîn dipehtin. — (Ebubekir GÖRENDI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO DE FOLKLORA KURDÎ, Teza Lîsansa Bilind ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê, mêrdîn, 2013, r. 77)
    • Piştî kar qîzên gihîştî diciviyan, totêkên şor dipehtin. Di mala Hesenê Pîrê da jî totika şor dipehtin. — (Sîma SemendXezal, Weşanên Nûdem1996, r. 40)
  3. (riwek) Navê gîhayek e ku mêwaxir û pan e wek biskêt.

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre

Navdêr 2 biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî totik totik
Îzafe totikê totikên
Çemandî totikî totikan
Nîşandera çemandî totikî wan totikan
Bangkirin totiko totikino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî totikek totikin
Îzafe totikekî totikine
Çemandî totikekî totikinan

totik nêr

  1. (Sirûc) aqil, mejî, hiş
    Totik di serê te tuneye kuro! Te çawa jê bawer kir û mala xwe xerab kir!
    • Lê gava ew cara yekemîn çav li Hyppolite, li lawê mêrê xwe, dikeve, hemû jiyana wê sorobinî hev dibe, hiş û totik di serî de namîne. — (Fawaz Husên: Ji edebiyata fransî Corneille û Racine, Kovara Nûdem, Hj. 21, 1997, r. 86)
    • Helbet li vir qala inyadeka bê totik nayê kirin! — (Umer Umîd: Jîr, Kovara Nûpelda, Hj.17/18, 2014, r.25)
  2. (Qoser) ser[1]
    • Serkundirê, totikvalayê mîna belayê ket pêsîra xelqê û bû sedema xelayê
      Çavzoqê, dilreqê zêl vexistin ji pişta xelqê û her yek di aliyekî de şandin.
       — (Umîd Demîrhan: Dîwan, Sewad, 2010, r. 18)
    • Tenê hin karbidestên xêv û nezan,
      Totik vala û cendek giran
       — (Osman Sebrî, Bersîva Hoşeng [arşîv], helbestakurdi.com)

Bikaranîn biguhêre

  "Totik" li Rojavayê Kurdistanê li dar e û tê bi wateya "mejî/aqil". Li gundê Xirbezirgan, Rojavayê Kurdistanê. Aqiltotik, Xirbe Zirgan. Her wiha di derdora Rihayê jî berbelav e. Li Qoserê wek "ser" tê bikar anîn.

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre

Çavkanî biguhêre

Kurdiya başûrî biguhêre

Rengdêr biguhêre

totik

  1. (Şêxbizinî) gilor, gilovirr, gurrovirr

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre