Bilêvkirin

biguhêre
biguhêre
Tewandina qîtik  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qîtik qîtik
Îzafe qîtika qîtikên
Çemandî qîtikê qîtikan
Nîşandera çemandî qîtikê wan qîtikan
Bangkirin qîtikê qîtikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qîtikek qîtikin
Îzafe qîtikeke qîtikine
Çemandî qîtikekê qîtikinan

qîtik m

  1. girêk, pirsik[1], çiqilk[2]
    qîtika darê; ang girêkên liser qurmê daran
    • Hin şax û qîtikan li ber xwe dibîne, radibe dide hev û datîne ser barê xwe... — (Ciwanê AbdalXÊZA ŞÎN [arşîv], xoybun.com)
  2. (teyr) Phalacrocorax.[3]
    • Dibe ku çûkek e. Dibe ku kîsoyek e. Dibe ku jîjoyek e. Dibe ku ê badike ji behrekî nêzîk ve masîyek, cinawirek e. Qîtik e. Çûkê mihalakî ye. — (2016Sait Faik Abasıyanık (terciman Ömer Özbek), HİŞT HİŞT! [arşîv], sehrengizdergisi.wordpress)
      Belki bir kuştur. Belki tosbağadır. Belki bir kirpidir. Belki de yakın denizden seslenen bir balık, bir canavardır. Karabataktır. Mihalaki kuşudur. (Hişt, Hişt!)
  3. (sebze) ecûr, tirozî[3]
  4. Guhartoyeke gilik (klîtoris).[3]

Etîmolojî

biguhêre
   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
biguhêre
Tewandina qîtik  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qîtik qîtik
Îzafe qîtikê qîtikên
Çemandî qîtikî qîtikan
Nîşandera çemandî qîtikî wan qîtikan
Bangkirin qîtiko qîtikino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qîtikek qîtikin
Îzafe qîtikekî qîtikine
Çemandî qîtikekî qîtikinan

qîtik n

  1. Hestiyekî lingê.[5]
    • Em jî li ser vê gotina pêşiyên me gotî: "Mî (mêşin) û bizin her yekê bi qîtik(ling)ên xwe va têne dalqandin" bi hişmendî fikirin. — (2013Kemal TolanGengeşe û Sedemên Peyva ku Êzdî Bilêvnakin, Weşanên Na, r. 92, ISBN 9786056392627)
  2. (lîstik) qîtê
    Hevmane: tûtê, darqîtik[6]
    Qîtik: Du kom dilîzin. Bi şiva tê lîstin. Ji komê dor bi dor yek qîtikê davêje. Şiv destekî da, parçekî darê ku jê ra dibêjin qîtik, didine ser qevda dest û şivê, wê qîtikê davêjin hewa û bi şivê lê dixin davêjin dûr. — (2018Yaşar EroğluLîstikê zara yê gundê Qazî [arşîv], gundeqazi.blogspot.com)
  3. Şiva ku ev lîstik pê re tê lîstin.[3]
    Hevmane: tirtîl, tût[7]
    Qîtik: Du kom dilîzin. Bi şiva tê lîstin. Ji komê dor bi dor yek qîtikê davêje. Şiv destekî da, parçekî darê ku jê ra dibêjin qîtik, didine ser qevda dest û şivê, wê qîtikê davêjin hewa û bi şivê lê dixin davêjin dûr. — (2018Yaşar EroğluLîstikê zara yê gundê Qazî [arşîv], gundeqazi.blogspot.com)
    • Amûrên vê lîstikê darek 70-80 cm û qîtikek bi qasî 20-25 cm ye. — (2022Aram GernasFolklor û Cıvat -Folklor, wêje, ziman, çand, xeyset, muzîk, urf û adet, dîrok-[3], Pak Ajans, r. 573, ISBN 9786257383578)
  4. parçe[3]
    • Paşê jî rima xwe ya nola rima di destê Dewrêşê Evdî de, tedît ew rima dowazde movik û çarde qîtikî, diziqitîne gewriya Chimeria. — (2022Agîd YazarBellerefon û dêwe sê serî chimeria [arşîv], xwebun1.org)

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Kamêran BotîFerhenga Kamêran, Kurdî - Kurdî[1], Spîrêz, 2006
  2. ^ Ferhenga Destî, Kurdî - Kurdî, Umîd Demîrhan, Sewad, 2007., r. 324.
  3. ^ a b c d e f g h Zana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 1525.
  4. ^ a b D. İzoliFerheng Kurdi - Tırki Tırki- Kurdi, Weşanên Deng, 1992, r. 344, ISBN 3-927213-04-7
  5. ^ a b Yusuf Ziyaeddin PaşaAmadekar: Mehmet Emin BOZARSLAN Kürtçe Türkçe Sözlük ["El-Hediyye el-Hamidiyye Fi'l-Lugat el-Kurdiyye"], ÇIRA, 1894, sala weşandinê: 1978, r. 185
  6. ^ KurmancîHin peyvên kêmnas – nenas [arşîv], Reşo ZÎLANWeşanên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, hj. 61, 2017, r. 4
  7. ^ KurmancîHin peyvên hêla Bașûrê Wanê [arşîv], Mele Şeban TURGUT û ELÎṢÊRWeşanên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, hj. 61, 2017, r. 1
  8. ^ a b Musa AnterFerhenga Khurdî - Tirkî[2], Yeni Matbaa, Istanbul, 1967, r. 113

qîtik n

  1. qîtik,[1] çiqilk
    Hevmane: qît n, toke m, girçike n

Çavkanî

biguhêre