Bilêvkirin

biguhêre
biguhêre
 
(1) Çend pûl.

pûl m

  1. Kaxezkek biçûk e tê kirîn û bi namedankê ve têt zeliqandin daku diyar bibe ku bihayê postekirinê hatiye dan.
  2. Pare, pere, dirav (bi taybetî hûrde).
  3. Hesiyê destî bi sîngî ve girêdide.
  4. Patirî.

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî پووڵ (pûł), farisî پول (pûl), aramî פולס (polus), erebî فلوس (fulûs) û فلس (fils), hemû ji yûnanî οβολός (ovolós) / οβελός (obolos / obêlos: hûrde < asink). Peyva kurdî, ya farisî û ya erebî bi rêya aramî ji yûnanî hatine wergirtin. Di erebî de P nîne loma bûye F. Ji heman rehî bi rêya erebî: filis, miflis. Herwiha "dirav" jî ji yûnanî ye, binere: dirav.

biguhêre

pûl m

  1. Livîna erdê ber bi jêr ve ji ber lehiyan.
    Li Miksê gundê Êlvilî temamê gundi pûl avêtîye, dewletê biryara gundvalakirinê da û li Wanê her malê xanîyek daye wan. Lê car jî destê gundîyan ji gundê wan veneqetîya, li gundê xwe man, jîna li gundî çêtir dît.