Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina mişk  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mişk mişk
Îzafe mişkê mişkên
Çemandî mişkî mişkan
Nîşandera çemandî mişkî wan mişkan
Bangkirin mişko mişkino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mişkek mişkin
Îzafe mişkekî mişkine
Çemandî mişkekî mişkinan
 
Mişkek (1)
 
Mişkekî kompûterê (2)
Di Wîkîpediyaya kurmancî de çend gotar li ser Mişk hene.

mişk nêr

  1. (guhandar) Heywanekî biçûkkirîner e û dişibe cirdanhûriktir e.
    Kitik ne li mal e, navê mişkî Evdal e.
  2. (enformatîk) Amûrekî kompûterê ye ku mirov pê nivîs û grafîkan dilivîne.

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *múh₂s. Hevreha soranî مشک(mişk), kurdiya başûrî û lekî müş, belûçî موشک‎(muşk) û موشک‎(mûşk), farisiya navîn muşk, farisî موش(mûş), osetî мыст (myst) û мистӕ (mistæ), avestayî 𐬨𐬏𐬱(mūš), sanskrîtî मूष् (mū́ṣ), hindî मूस (mūs), bulgarî мишка (mişka), rusî мыш (miš), çekî myš, yûnaniya kevn mûs, latînî mūs, îngilîzî mouse, almanî Maus, danmarkî/norwecî/swêdî mus, ermenî մուկ (muk), albanî mi...

Herfa K li dawiya peyva kurmancî nîşana biçûkkirinê (dîmînutîv) Ye ji ber ku mişk heywanekî hûrik e.

Peyvên tatî مورا‎ (mûra/mora), talîşî موره‎‎ (more/morê), zazakî merre, goranî/hewramî miłe û xotanî mûle- ji eynî rehî ne. Di wan de pêşî S/Ş bûye R û paşî di goranî û xotanî de R bûye L/Ł. Bi heman awayî mūs ya latînî di spanî de bûye mur û di portugalî de bûye mure.

Bi maneya "amûra kompûterê" wergirtina wateyê ji îngilîzî mouse.

Bi zaravayên din

biguhêre
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.