Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pişk pişk
Îzafe pişka pişkên
Çemandî pişkê pişkan
Nîşandera çemandî pişkê wan pişkan
Bangkirin pişkê pişkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pişkek pişkin
Îzafe pişkeke pişkine
Çemandî pişkekê pişkinan

pişk

  1. Ji bo parêkirina tiştekî yan jî ji dor tespîtkirinê çîtik avêtin.
    Hevmane: talihûnesîb, çîtik, tîrik
    Me zadê xwe bi pişkê li hev parêkir.
    Me pişk avêt lêket, îcar dora avdaniya ya wî ye.
    • Gur go “camêr emê peşk bavêjin, peşk li kê ket ewê heqê xwe li yên mayî helal ke, bû û çû. — (silivan.com, Gur û Rûvî û Heştir → here lînkê [arşîv])
  2. par, behr, parçe, beş
    Ez dê pişka xwe bem ji milkê babê xwe.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-hindûewropî *bʰeh₂g- (belav kirin, parve kirin), hevreha beg, beş, bexş, pexş, pexşan û belkî pişk yên kurdî, بخش(bexş) û پخش(pexş) yên farisî, baj ya pehlewî, باژ(baj) / باج(bac) / باج(bac) / پاژ(paj), farisiya kevn 𐎲𐎠𐎪𐎶 (baci-), avestayî bejet (belav kirin), sanskrîtî भजति (bhajati, belav kirin)... Yan jî ji aramî ܦܣܩ(p-s-q-, parve kirin, dabeş kirin).

Werger biguhêre