Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hinar hinar
Îzafe hinara hinarên
Çemandî hinarê hinaran
Nîşandera çemandî hinarê wan hinaran
Bangkirin hinarê hinarino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hinarek hinarin
Îzafe hinareke hinarine
Çemandî hinarekê hinarinan
 
Hinarek kerkirî.

hinar

  1. (fêkî) Fêkiyek e libên wî yên xwerbar mişe ne û di nav tîvilekî de ne
    (bi gelemperî fêkiyek tirş e)
  2. (dar) Darhinar, dara ev fêkî pê ve çêdibe.

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Hudhudek xweşteb'-i min îro divê herwek nesîm
    Da bi bal dilber hinara b'aniya dîsa cewab
    'Erd-i halê min bigota yê bi 'inwanê edeb
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji zimanên îranî, hevreha avestayî hesaneê-pata (dara hinaran), sogdî n'r'x, pehlewî enar, farisî انار(enar) / نار(nar), soranî نار(nar) û هه‌نار(henar). Peyva tirkî nar (hinar) ji zimanekî îranî hatiye deynkirin. Nişanyan îdia dike ku ihtimal heye ku ev peyv ji zimanekî Hindistanê ketibe zimanên îranî lê ti belgeyan bo îdiaya xwe pêşkêş nake. Berevajî ku ew dibêje, peyva hindî अनार (enar) ji zimanekî îranî ye û peyvên zimanên din jî yên Hindistanê, wek sanskrîtî दन्तबीज (dentebîce), tamîlî மாதுளை (madulempejem) û telûgûyî దానిమ్మపండు (danimepemdu) qet naşibin peyveke wisa ku peyva "hinar" jê hatibe. Peyva "nar" bi maneya "agir" ne têkilî peyva "hinar" e, ew ji erebî ye. dibit hevreha peyva somerî (nûrme) bit, bi zêdekirina /e-/ li pêşîyê, ku paşî /e/ bûye he-/ hi- û hinar jê peyda bûye.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.