Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina hêştir  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêştir hêştir
Îzafe hêştirê hêştirên
Çemandî hêştirî hêştiran
Nîşandera çemandî hêştirî wan hêştiran
Bangkirin hêştiro hêştirino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêştirek hêştirin
Îzafe hêştirekî hêştirine
Çemandî hêştirekî hêştirinan
 
Hêştirek.

hêştir axlebî nêr

  1. (guhandar) Dewara deştê; dewarek bilind e bi taybetî li deştê bar pê tên hilgirtin û / yan mirov lê siwar dibin.
    Hevmane: deve

Bi alfabeyên din

biguhêre
biguhêre
  • Camelus

Etîmolojî

biguhêre

    Mîrasmayî ji proto-îranî *úštrah (hêştir), ji proto-hindûîranî *úštras (hêştir).

    Hevreha soranî حوشتر (ḥuştir) û وشتر (wiştir), belûçî ہشتر (huştir, huştur) û اشتر (uşter), farisî شتر (şotor), farisiya kevn uşṡre-, sanskrîtî उष्ट्र (ustre-), hindî ऊँट (ū̃ṭ), urdûyî اونٹ (ū̃ṭ). Di pirraniya zimanên dinyayê de yek formek ji sê navan li vê heywanê tê kirin: 1. Ji Kurdistanê di başûrê Asyayê re heta Endonezyayê formek ji peyva arî-îranî li kar e, 2. ji Tirkiyê di Asyaya Navîn re heta Mongolistanê formek ji peyva tirkî-mongolî (deve/temee) tê bikaranîn û 3. di zimanên samî de formek ji peyva "gemel/cemel" tê gotin û ew peyv herwiha derbasî zimanên rojava jî bûye: îngilîzî camel, fransî chameau...

    Bi zaravayên din

    biguhêre
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya camel a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.