Hin derwêşên mewlewî.

derwêş mê û nêr

  1. sofî, abid, dîndarên misilman yên hejar û gerok yan yên ser bi cemaeteke îslamî ve:

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî ده‌روێش(derwêş), farisî درویش(dervîş, dervêş), tacikî дарвеш (darveş), pehlewî 𐬛𐬀𐬭𐬫𐬋𐬱‎ (deryoş, driyoş: feqîr, jar, nedar), avestayî 𐬛𐬭𐬌𐬔𐬎‎ (drigu) û 𐬛𐬭𐬌𐬖𐬎‎ (driγu: feqîr, jar, hewcedar, sanskrîtî ध्रिगु (dhrigu: hewcedar, nedar)... hemû ji proto-îranî.

Peyv bi wateya "abidên misilman yên hejar yan gerok" ji zimanên îranî ketiye piraniya zimanên dinyayê, bo nimûne: erebî درويش‎ (derwîş), osmanî درويش‎ (dervîş), tirkî derviş, ermenî դերվիշ (derviš), gurcî დერვიში (derviši), hindî दरवेश (darveś), yûnanî δερβίσης (dervísis), rusî де́рвиш (dérviš), îngilîzî dervish, fransî derviche, almanî Derwisch, çînî 德爾維希 / 德尔维希 (dé'ěrwéixī), japonî ダルヴィーシュ (daruvīshu)...