berê xwe dan (lêkera biwêjî) (gergûhêz û negêrgûhêz jî)

  1. Ber bi derekê ve çûn yan hatin.
    Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piştî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: "Ezbenî min xezîne bi cih kir." — (Kovara HAWAR, Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin - beşa li ser Feqiyê TeyranCeladet Alî Bedîxan)
    • Paşê rabû çû bazarê, deveyên ku jê re pêwişt bûn, temîn kirin; malê xwe da bar kirin û tevî çend bazirganên din berê xwe da Bexdayê. — ((wergêr Serdar Roşan), Çîroka Hezar û Şevekê)
  2. nerîn, mêzîn, seh kirin, fekirin, hêv kirin, mêze kirin, mêzandin, çav lê gerandin
    Berê xwe bide min dema ji te re diaxivim!
    • Efrîtî berê xwe da hêstirê û jê pirsî: "Ma rast e?" Hêstirê bi serê xwe îşareta 'belê, rast e' da. — ((wergêr Serdar Roşan), Çîroka Hezar û Şevekê)
    • ژنوی بیرا وێ ھات کو بویکا خۆ ژبیر کر بوو، ھەلگرت و بەرێ خۆ دایێ دیت گەلەك یا بێسەروبەرە(..) — (Leylan ÎsmeîlBêrîvan û Hîvî (Çîrokêt Zarokan), Çapxana Xanî, Dihok, 2012, r. 15)
      Ji nwî bîra wê hat ku bwîka xo jibîr kir bû, helgirt û berê xo dayê dît gelek ya bêserubere(..)

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji berê (3) + xwe + dan