Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Serenav biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Firat Firat
Îzafe Firatê Firatên
Çemandî Firatî Firatan
Nîşandera çemandî Firatî wan Firatan
Bangkirin Firato Firatino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Firatek Firatin
Îzafe Firatekî Firatine
Çemandî Firatekî Firatinan
 
Firat (li çepê) û Dîcle (li rastê)

Firat nêr

  1. (robar) çemek e ku ji Bakurê Kurdistanê dest pê dike û di Başûr-Rojavaya Kurdistanê û Sûriyê re dibore û li başûrê Iraqê digihe Çemê Dîcle û bi hev re dirije Kendavê
    (dirêjahiya wî: 2 700 km)
  2. navekê mêran e

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Peyveke hevpar ya Rojhilata Navîn e. Hevreha soranî فورات(Furat), zazakî Firat, tirkî Fırat, farisî فرات‎ (Furat), erebî الفرات‎(el-Furat), pehlewî Prat, Frat, hexamenişî Ufratu, aramî ܦܪܬ (Piraṭ), akadî Purattu, îbranî פרת (Pirat), elamî ú-ip-ra-tu-iš, ermenî Եփրատ (Yêprat), hurrî Puranti, sabarî Uruttu... Navê wî yê îngilîzî Euphrates, fransî Euphrate û navên bi zimanên din yên ewropî bi rêya yûnaniya kevn Εὐφράτης (Êûfratês) ji zimanekê Rojhilata Navîn in.

Wek navê mêran ihtimalen ne ji navê vî çemî ye lê varyanteka navê Ferhadî ye, bi guherandina "d" bi "t" di bin tesîra tirkî de ku "d" li dawiya peyvê qebûl nake û herwiha sivikkirina navî bi avêtina "h" û kurtkirina "e" bi dengê "i".

biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.