Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çîlek çîlek
Îzafe çîleka çîlekên
Çemandî çîlekê çîlekan
Nîşandera çemandî çîlekê wan çîlekan
Bangkirin çîlekê çîlekino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çîlekek çîlekin
Îzafe çîlekeke çîlekine
Çemandî çîlekekê çîlekinan
 
Çîlekên çiniyayî.

çîlek

  1. Cûnek mêweyên sor û şîrîn yan tirş in. (dişibin tûyan lê bi terraşan ve şên dibin.)
    Hevmane: tûfiringî, firawla, firêz, tûerd, strawberry
    • Min bi xwe ev yekem car li dawiya salên 80yan yan jî destpêka 90an li Diyarbekirê seh kiriye. Ji ber ku li wê derê "çilek"a tirkî dihat bikaranîn, ji hingê ve ew wek "çîlek" ketiye ser devê min. "Tûfiringî"ya kurdî (ku ihtimal e forma kurdîkirî ji "tûdferengî" ya farisî be) tê maneya "tûya ewropî". Alternatîveke din ew e ku "tûya wek bacansorkan/tomatesan" be ji ber ku "firingî" li hin deveran maneya "bacansork, tomates" dide lê ew bi xwe jî ji peyva "frenkî/firengî" tê ku li Rojhilata Navîn berê navê hemû ewropiyan bû lê di eslê xwe de navê hozeke cermenî ya Serdema Navîn e û niha navê wê di peyva "Fransa" de jî diyar e. — (Husein Muhammed di koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê de, 5/2012)

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji tirkî çilek.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.