Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zarokî zarokî
Îzafe zarokiya zarokiyên
Çemandî zarokiyê zarokiyan
Nîşandera çemandî zarokiyê wan zarokiyan
Bangkirin zarokiyê zarokiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zarokiyek zarokiyin
Îzafe zarokiyeke zarokiyine
Çemandî zarokiyekê zarokiyinan

zarokî

  1. zarokbûn, rewşa zarokan, temenê zarokan, dema ku kesek zarok e,
    berî ku mirov bibe baliq yan genc
    • Arjen Arîyê ku pirtûka wî ya bi navê Kulîlkên Be'îvan ji nav weşanên Ronahiyê derketibû, der barê zarokiya xwe de hin hûrgilî bi zimanekî çîrokî nivîsandibû, dawiya çîrokan jî bi helbestan xemilandibû û bi vî hawî şêwazeke nû ceribandibû — (Yaqob TilermenîLemişta Çîrokên Kurdî: [salnameya çîroka kurdî ya 2012-2013-2014’an] [arşîv], Na Yayınları, 2015, r. 40)
    • De bibêje ez ji berbanga jiyana xwe ditirsim, De bibêje ez ji êvarên bê heyv û stêrkan ditirsim, De bibêje ez ji ronî û tariyên zarokiya xwe ditirsim, Bibêje zarokiya min bi hisreta qalikekî pirtiqalê bû, Bêhna jiyana min a pepik û harikê bû, bibêje! — (Mazi ÇiyaBahol [arşîv], Evrensel Basım Yayın, 2014)
  2. xeşîmî, naşîtî, cahilî, nezanî

Herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji zarok + .

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Formeke navdêrê biguhêre

(2) Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Çemandî zarokî zarokan

zarokî

  1. Rewşa çemandî ya nêr ya yekjimar a binavkirî ya zarok.