xweşdivî
Kurmancî biguhêre
Bilêvkirin biguhêre
biguhêre
Zayendên mê û nêr ên binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Mê (yj.) | Nêr (yj.) | Mê û nêr (pj.) | |
Navkî | xweşdivî | xweşdivî | xweşdivî | |
Îzafe | xweşdiviya | xweşdiviyê | xweşdiviyên | |
Çemandî | xweşdiviyê | xweşdivî | xweşdiviyan | |
Nîşandera çemandî | wê xweşdiviyê | wî xweşdivî | wan xweşdiviyan | |
Bangkirin | xweşdiviyê | xweşdiviyo | xweşdiviyino | |
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî | ||||
Rewş | Mê (yj.) | Nêr (yj.) | Mê û nêr (pj.) | |
Navkî | xweşdiviyek | xweşdiviyek | xweşdiviyin | |
Îzafe | xweşdiviyeke | xweşdiviyekî | xweşdiviyine | |
Çemandî | xweşdiviyekê | xweşdiviyekî | xweşdiviyinan |
xweşdivî mê û nêr
- berdilî, delalî, xoşewîst, hezkirî, ezîz
- Li jorê mîna xilxalekê diteyisî, ez dikeniyam, li jorê li ba dibû, perîkên wê perweze didan, hişê min devnexûnî hev bû, birrek xweşdiviyên min bi ro de çûn, min go bila nebêje û ez keniyam. — (Înan Eroglu, Têbîniyek, Weşanên Avesta, 2019, ISBN 978605224647437)
Herwiha biguhêre
Etîmolojî biguhêre
xweş + diviya (vîn). "Xweştivî" eslen "xweş-divî" ye lê ji ber dengê "ş" herfa "d" bo sivikiyê bûye "t". "Divî" jî kurtkirina "di-viya" ye anku "xweş-viyayî", "xweş-jê-hezkirî". "xweş" di vê peyvê de maneya "gelek, pirr" dide.
Di soranî de jî heman peyv wek "xoşewîst" heye ku ji "xoş" (xweş) + "e-" (wek kurmancî "di-" di peyva "di-vê, di-ke, di-got" de) + "wîst" (ku rehê dema borî ji lêkera "wîstin" e ku maneya "xwestin" yan "vîn, viyan" ya kurmancî dide).
Seyr û sosret e ku çima di herdu zaravayan de jî bi rengdêrê re forma dema borî ya berdewam (di-viya; e-wîst) hatiye bikaranîn û ne partîsîpa borî: - hezkirî, hebandî, bijandî, evandî, viyayî, xwestî. Eger partîsîpa dema borî hatibûya bikaranîn, ew peyv ê wiha bûna: xweşviyayî û xoşwîstû.
Bi heman awayî pêdivî ya kurmancî û pêwîst ya soranî jî hatine çêkirin.
Jê biguhêre
Werger biguhêre
Rengdêr biguhêre
xweşdivî
- dilber, delal, hêja
- Xweşhalim îro li gel birêzan cenabê Wezîrê Perwerde, Parêzgerê Hewlêr û Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê û Birêveberên Xwendingeha Diyarbekir ya Bingehîn li gel we yên xweşdivî li vê rêwresma hilkirina ala Kurdistanê da beşdar dibim. — (Nêçîrvan Barzanî: Hemû pêkhat li bin sih û sêbera ala Kurdistanê xebatê kirine [arşîv], President.gov.krd)