Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xirtik xirtik
Îzafe xirtika xirtikên
Çemandî xirtikê xirtikan
Nîşandera çemandî xirtikê wan xirtikan
Bangkirin xirtikê xirtikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xirtikek xirtikin
Îzafe xirtikeke xirtikine
Çemandî xirtikekê xirtikinan

xirtik , r-ya nerm, t-ya nerm, k-ya nerm

  1. (sebze) kulindok, dolmik, rexdik, kulindir
  2. Ew xet û rêyên kûr ku wek gilole (labîrent) û newalên nizmin li binê sol û şekalan
  3. Ew xet û rêyên li ser tiştên wek texta hatine qewartin

Ji wêjeyê biguhêre

  • Li Gundikê hêj tavê nedayî dinê, carinan eskeran di ser gundî de digirtin. Rojek ji wan rojan ez ji xeweka şêrîn bi hirtehirtekê hişyar bûm. Çawa ko min çavên xwe vekirin, eskerekî bi pehînan em hişyar dikirin, pêyê xwe rakiribû raserê serê min, navbirên xirtikên pêlava wî li min welê hat ko min got ji newalên van çiyayan kûrtir in. — (Mamo û hespê wî û Kurdistana azad, 20/08/2010, nefel.com)

Etîmolojî biguhêre

Ji dengê xirt

Bide ber biguhêre

Werger biguhêre