Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekal şekal
Îzafe şekala şekalên
Çemandî şekalê şekalan
Nîşandera çemandî şekalê wan şekalan
Bangkirin şekalê şekalino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekalek şekalin
Îzafe şekaleke şekaline
Çemandî şekalekê şekalinan
 
cotek şekalan

şekal , k-ya nerm

  1. pêlav, sol, meras, șekal
    tiştek binreq e ku mirov dikin herdu piyên xwe daku piyên xwe ji êşînê biparêzin dema ku li derve digerin
  2. maras[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevrehên zazakî çeqalî û lekaş, feylî/kelhurî kiłaş, soranî که‌ڵاش(kełaş) hemû ji rusî калоша (kaloşa) yan галоша (galoşa) ji fransî galoche (bixwîne: galoş) ji latînî *galopium ji yûnanî καλοπόδιον (kalopódion) ku forma biçûkker e ji καλόπους (kalopous: qalibên ku koşkar pêlavan pê çêdikin yan jî pê diparêzin) ji κᾶλον (kalon: dep, texte, dar) + πούς (pous: ) anku "piyê darî". Peyva kurmancî û ya zazakî bi metatezê ji serekaniya xwe gelekî dûr ketine. Heman peyv bi hin zimanên din jî: farisî گالش‎, tirkî galoş, bulgarî галош (galoş), îngilîzî galosh, galoche, îtalî galoscia, almanî Galosche, polonî kalosz, danmarkî û holendî galoche, swêdî galosch, çekî galoše... Di pirraniya zimanan de ew maneya hin pêlavên taybet dide, bi taybetî yên avragir ku li ber baranê tên bikaranîn.

Bikaranîn

biguhêre

Peyva şekal di herêma Torê û hinek navçeyên Çolê tê bi kar anîn. Lê peyvên sol û pêlav di devokên kurmancî û bikaranîna navçeyên din giștî ye.

Bide ber

biguhêre

Cûnên şekalan

biguhêre