Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

 
tovê gulberrojan
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tov tov
Îzafe tovê tovên
Çemandî tovî tovan
Nîşandera çemandî tovî wan tovan
Bangkirin tovo tovino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tovek tovin
Îzafe tovekî tovine
Çemandî tovekî tovinan

tov nêr

  1. dan, dendik, tişta/ê tiştek jê çêdibe
    (bi taybetî dendikên riwekekşên dibe)
    tovê gulberrojan
    tovçay (belgên çay jê têt çêkirin)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Ji wêjeyê biguhêre

  • Li ser gerestêra mîrzayê biçûk, wek li ser hemû gerestêrên din, gihayên baş û gihayên xirab hebûn. Wilo jî tovên baş gihayên baş didan û tovên xirab gihayên pîs didan. Lê tov bi çavan nayên dîtin. — (Mîrzayê Biçûk, Antoine de Saint-Exupéry, werger: Fawaz Husên, Weşanên Nûdem)
  • Di menî da pirtikên pir piçûk bi navê tor (spermatosit) hene. Mirov nikare wana bi çava bibîne. Ew di ava meniyê da ajnê dikin. Ev tov (bizir) di gehînêka mêranîyê da, di batîyê mêr da, çêdibin. — (Anatomiya Bedena Mirovan, Huseyin Bektaş, Weşanên Deng)

Bide ber biguhêre

Binêre herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

avestayî: taoχman- ("binemal, tuxm")
farisiya kevn: taumā- ("binemal, tuxm")
farisî: toxm ("tov") … alfabeya arî
kurmancî: tov ("tov")
soranî: to, tow ("tov")
hewramî: tom ("tov")
zazakî: tom, toxim ("tov")
sanskrîtî: tokmān- ("binemal, tuxm") ...

Tohum ya tirkî û տոհմ (tohm) ya ermenî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Peyva kurmancî "tov" e lê tuxm ji farisî hatiye wergirtin û bi maneyeke piçekê jê cuda. Ev diyardeyeke tîpîk ya kurdî ye, bide ber peyv / peyam.

Çavkanî: Horn p.378, MacKenzie P.134

biguhêre

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Danmarkî biguhêre

Navdêr biguhêre

tov nêtar

  1. werîs, ben

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên werîs hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]