KurdîBiguherîne

NavdêrBiguherîne

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî spêde spêde
Îzafe spêdeya spêdeyên
Çemandî spêde spêdeyan
Nîşandera çemandî spêde wan spêdeyan
Bangkirin spêde spêdeyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî spêdeyek spêdeyin
Îzafe spêdeyeke spêdeyine
Çemandî spêdeyekê spêdeyinan

spêde

  1. destpêka rojê, dema roj hiltê, dema mirov ji xewê şiyar dibin
    • Ji spêdeya zû ve me dest bi kar kiriye.
    • Min spêdê zû têşt xwar.
    • Hemû spêdeyan werzişê dikim.
    • Demjimêr heftî spêdê ez diçim dibistanê
    • Berê spêdeyê zû babê wê ji xew rabû, mehîn bire ser avê û anî (...)— (Sidqî Hirorî Kurê Zinarê Serbilind, Weşanên Nûdem, Stokholm, 1996)
    • Firaqê, şev bi axir çû
      Spêde kifş-i bû dîsa
      Merîxa nehsê ava bû
      (Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Bi alfabeyên dinBiguherîne

HerwihaBiguherîne

HevmaneBiguherîne

DijmaneBiguherîne

EtîmolojîBiguherîne

Hevreha pehlewî spêtek, ji zimanên îranî, têkildarî spî ku bi pehlewî spêd û bi avestayî speête bû û bi farisî sepîd / sipîd / sefîd / sifîd e. Ji proto-hindûewropî *ḱweyt- (biriqîn, geş bûn) (*kw- ya proto-hindûewropî di zimanên arî dibe çv, dûv re sv û taliyê sp), proto-hindûaryanî *spêt-. Bo zêdetir agahiyan binere spî. Lê dikare ji zimanekî samî jî be, bo nimûne akadî ṣippar(r)ātu.

Biguherîne

WergerBiguherîne