Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sîgorta sîgorta
Îzafe sîgortaya sîgortayên
Çemandî sîgorta sîgortayan
Nîşandera çemandî sîgorta wan sîgortayan
Bangkirin sîgorta sîgortayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sîgortayek sîgortayin
Îzafe sîgortayeke sîgortayine
Çemandî sîgortayekê sîgortayinan
 
Çend sîgorta. (5)

sîgorta

  1. (ekonomî) Peymana di navbera du aliyan de ku eger ziyan gihişt malê yekî, yê din dê tezmînatê bidiyê.
    Hevmane: temînat, bîme, misogerî
    Sîgortaya tirimpêla min 200 euro ye. (Ez her sal 200 euroyan didim şirketekê lê eger erebeya min ziyandar bû, şirket dê bihayê tirimpêla min bide min.)
    • Gellek ji endamên me bi salan in daxwaz kiribûn ku FKKS fonda sîgortaya definkirina cenaze amade bike û ev kar bimeşîne. Em bi dilxweşî dîyar dikin ku me daxwazên endamên xwe û hevwelatîyên xwe anîn cîh. — (Daxwiyaniya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Netkurd.com, 6/2007)
  2. Garantî. Soza ku eger tiştê hatiye firotin xirab bibe dê alî firoşkarê wî ve bê tezmînkirin.
  3. piştrastî, misogerî, ewlehî, ewlekarî, tenahî, temînbûn yan temînkirin
  4. tex, kizik, têz, fitîl, dezî, texik, têzik
  5. (endezyariya elektrîkê) fiyûz, cîhazek e ji bo rê li ber barbûna herka zêde an di dewreyeke elektrîkî de dewreya kurt bigire, hêmanekê dihewîne ku gava bareke pir bilind jê derbas bibe herkê diqusîne.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji tirkî sigorta, ji îtalî sicurtà.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.