Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî quzilqurt quzilqurt
Îzafe quzilqurta quzilqurtên
Çemandî quzilqurtê quzilqurtan
Nîşandera çemandî quzilqurtê wan quzilqurtan
Bangkirin quzilqurtê quzilqurtino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî quzilqurtek quzilqurtin
Îzafe quzilqurteke quzilqurtine
Çemandî quzilqurtekê quzilqurtinan

quzilqurt

  1. jînewerekî biçûk û jehrewî ye ku di nav giyayan de dijî û heywanên ku bêhemd wê bixwin pê dimirin, pelesî
  2. qurreder, pêmirin, ziqnebût, kerafî, ziqûm
    • Ez 27 salî me û hîn jî nizanim tam û lezîza evînê çawa ye, lo! Ji kerema xwe, kesê ku pelûla evînê bi serê wî/wê de rijiyabe, bila ji min re behsa wê quzilqurta evînê bike ji bo ku ez jî bibim xwedî tecrûbe û serpêhatî, babam, waweylê! Gelo evîn ji şorba nîskê xweştir e? Yan wek goştê biraştî ye? — (Bêrîvan Al, Lotikxane.com, 7/2009)

Etîmolojî

biguhêre

Ji quz û qurt anku "quzî daqurtîne!", "li" ji bo an ji ber çi ye nayê zanîn. Bo têkildarkirina daqurtandin ji bo biwêjên vî awayî binêrre ziqûm ku bi erebî wateya daqurtandinê dide. Ne wek ku tê bawerkirin ji zimanekî tirkîkî, ji kızıl (sor) + kurt (kirmik) anku kirmikê sor û jixwe bi tirkî wateyeke nêzîkê wê jî nade. Herwisa ev peyv ne tenê di kurmanciya li Bakurê Kurdistanê de heye, ew heta di soranî û erebiya iraqê de jî peyda dibe. Soranî bi gengazî ji badînî wergirtiye, quz bi piranî bi soranî wek کوز(kuz) e û daqurtandinقووتاندن(qûtandin), divê bi soranî bibûya "kuzillqût". Erebî ji kurdî wergirtiye.

quzilqurt

  1. dijûn û nifrînek e