Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî qesab qesab qesab
Îzafe qesaba qesabê qesabên
Çemandî qesabê qesabî qesaban
Nîşandera çemandî qesabê qesabî wan qesaban
Bangkirin qesabê qesabo qesabino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî qesabek qesabek qesabin
Îzafe qesabeke qesabekî qesabine
Çemandî qesabekê qesabekî qesabinan
 
Qesabek (wate 1 û/yan 2) li ser karê xwe

qesab mê û nêr

  1. serjêker, gurankar, kesa/ê ku heywanan ser jê dike û goştê wan bo firotinê amade dike
  2. goştfiroş, firoşkaragoştî
  3. (mecazî) bikuj, xwînmêj, kesa/ê ku gelek mirovên bêguneh kuştine
    Sedam, Atatirk, Xumeynî û Esed qesabên kurdan in.
  4. (mecazî) (Dihok) hîleker, teşqelçî

Ji wêjeyê biguhêre

  • Bi girtina qesabê Srebrenîsayê, serqumandarê ordiya Sirbistanê yê berê Ratko Mladiç careka dî hesteka wesa bi min re çêbû ko ev dinya yêkpare ye û ya me tevan e. — (Mihemed Evdila: Girtina qesabê Srebrenisayê hestên dinyayeka dî bi min re çêkirin, Nefel.com, 5/2011)

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî قَصَّاب(qaṣṣāb). Hêjayî gotinê ye ku di vê peyvê de di kurdî de dengê ص() wek xwe nemaye lê bûye س(s).

biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.