Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina mij  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mij mij
Îzafe mija mijên
Çemandî mijê mijan
Nîşandera çemandî mijê wan mijan
Bangkirin mijê mijino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mijek mijin
Îzafe mijeke mijine
Çemandî mijekê mijinan

mij m

 
Mij li çiyayan.
  1. (hewa) Hewayê şil û ne zelal.
    Hevmane: moran, tem, dûman, dûxan, dûkêl
    • Ewrên mijê cîh girtine li ser bajêr — (Evîn ÇîçekAwaza Serpêhatîyan 1[1], Weşanên Pêrî, 2004, r. 10)
    • Aşiqê sûxite bê ateşê seyyal-i çi hez
      Neko wek teyr ji mijên te bibarin peykan
      Ji birînên di dilî şubhetê xirbal-i çi hez
       — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *h₃migʰleh- (mij), hevreha soranî û zazakî "mij", kelhûrî "mê", farisî مه (mêh) û میغ (mîẍ), sanskrîtî मेघ (megha) (mêghe: ewr) û mih (mij), albanî mjegull (mij), lîtwanî miglà, rusî мгла (mgla) (mgla), îngilîzî û holendî û swêdî mist, yûnanî ὀμίχλη (omîxlê: mij)... Herwiha belkî hevreha peyvên mîz û mîstin yên kurdî ye jî.

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara fog a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

mij

  1. pel, piring, pêring, pêlox