Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kevok kevok
Îzafe kevoka kevokên
Çemandî kevokê kevokan
Nîşandera çemandî kevokê wan kevokan
Bangkirin kevokê kevokino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kevokek kevokin
Îzafe kevokeke kevokine
Çemandî kevokekê kevokinan
 
Kevokek (1)

kevok , k-ya nerm (1,2)

  1. Firindeyek e bi taybetî wek sembola aştî û aramiyê têt nasîn lê gelek cûnên wê hene.
    Hevmane: kotir, koter, kebokurk, fadik, gogercîn
    • Moriya xewê xwe berdabû çavên wî û ew biribû welatê xewnan: "Bi xwe li giravekê şilf û tazîbû. Kevokek hat li pêş çavên wî stra û baskên xwe li wî asîmanê şîn dixist. Çirayek vêketîbû di sînga kevokê de, çirayek çi xweşik vêketîbû di sînga kevokê de. Dara destên xwe dirêjî kevokê û çiraya di sînga wê de kir. Çira vemirî, kevok firî... çira vemirî kevok firî... hêsir kete çavên wî, hêsir li ser û çavên wî cemidî û cemed girt ser û çavên wî. Wî hêz dida xwe ku rabe û bide pey kevokê û çiraya di sînga wê de... Destekî bi zendê wî girt." — (Ulku BîngolHespên Hesinî, Weşanên Na, Îzmîr, 2017, r. 57, ISBN 978-605-9017-60-2)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Navê zanistî biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha din ya kurmancî kotir, soranî کۆتر(kotir), zazakî kotere, kirmanşanî kemûter, farisî کبوتر(kebûter), urdûyî û belûçî کپوت(kepot), hindî कपोत (kepot), hemû ji proto-îranî. Eslê peyvê têkilî rengê kew anku şîn e ku herwiha serekaniya kewê teyr e jî.

Bi zaravên kurdî biguhêre

Werger biguhêre