Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî keştî keştî
Îzafe keştiya keştiyên
Çemandî keştiyê keştiyan
Nîşandera çemandî keştiyê wan keştiyan
Bangkirin keştiyê keştiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî keştiyek keştiyin
Îzafe keştiyeke keştiyine
Çemandî keştiyekê keştiyinan
 
keştiyek

keştî

  1. Navgîna mirov pê li ser avê dimeşe.
    Hevmane: kelek, gemî, baxîre, sefîne
  2. Navgîna mirov pê li fezayê digere.
    NASA keştiyekê dişîne Merîxê.

Bi alfabeyên din biguhêre

Bikaranîn biguhêre

  Di nav gel de ne belav e, tenê vê dawiyê bi riya zimanê nivîskî bi riya soranî ji farisî berbelav bûye nav kurdî. Di nav xelkê de peyvên gemî ya ji zimanên tirkîkî û sefîne û baxîre yên ji erebî berbelav in.

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Van salên dawîn bi riya soranî که‌شتی(keştî), ji farisî کشتی(kašti)), ji pehlewî 𐭪𐭱𐭲𐭩𐭪𐭩‎(kštyky /⁠kaštīg⁠/).

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.