Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hewal hewal
Îzafe hewalê hewalên
Çemandî hewalî hewalan
Nîşandera çemandî hewalî wan hewalan
Bangkirin hewalo hewalino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hewalek hewalin
Îzafe hewalekî hewaline
Çemandî hewalekî hewalinan

hewal nêr

  1. rewş, hal, weziyet
  2. nûçe, xeber

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî أَحْوَال(ʾaḥwāl), pirrjimara حَال‎(ḥāl) ku serekaniya peyva hal (rewş) ya kurdî ye.

Bikaranîn biguhêre

"Hewal" (hem bi maneya "hal" û hem jî di soranî de bi maneya "nûçe, dengûbas") ji "eḥwal" ya erebî ye ku pirjimara "ḥal" e. Kurmancî ji herfên bideng li destpêkê hez nake loma "eḥwal" kiriye "ḥewal", wek ku me Îbrahîm jî kiriye Birahîm û Îsmaîl jî kiriye Simaîl.

Di kurdî de "hewal" jixwe pirrjimar e. Vêca mirov dikare wê dubare bike pirrjimar wek "Hal û hewalên te çi ne?" yan jî wek nêr bi kar bîne: "Hal û hewalê te çi ye?"

Ji ber ku "eḥwal" bûye "ḥewal" û paşî di soranî de formeke wê bûye "hewal" anku bi h-ya normal, medyaya soranî li ser wê baweriya şaş e ku ew peyveke kurdî ya xwemalî ye û wê niha li cihê "dengûbas" ya berê bi kar tîne ji ber ku dizanin ku "bas" ji "behs" (bi s-ya fis/sist) ya erebî tê. Anku ev petîperistên me dixwazin ji peyvên erebî yên bi sedsalan di zimanên me de cihgirtî birevin lê dîsa jî lê vedigerin.

Di mesela destberdana ji peyvên "mekteb/medrese" û destpêkirina peyva "qutabxane" de jî bi eynî awayî ji erebî revîne û çûne xwe spartiye peyveke din ya erebî! Nimûneyên bi vî awayî ne yek û du û deh in.

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

hewal mê û nêr

  1. Awayê şaşnivîsî yê heval.

Soranî biguhêre

Navdêr biguhêre

hewal

  1. nûçe, dengûbas, peyam