Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî benî benî
Îzafe beniya beniyên
Çemandî beniyê beniyan
Nîşandera çemandî beniyê wan beniyan
Bangkirin beniyê beniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî beniyek beniyin
Îzafe beniyeke beniyine
Çemandî beniyekê beniyinan

benî mê û nêr

  1. kole, bende, evd, xulam, noker, bindest, dîl, êxsîr
    kesa/ê neçar e hemî jiyana xwe belaş bo kesek din dixebite ango kar dike
    Li serdemên kevn de benî dihatin firotin.
  2. kesa/ê ku maf nîne bi xwe biryaran li ser karên xwe bide
    Nîveke xelkê niha bûne beniyên desthelatdaran.
  3. mirov, evd, zarok
    benî Adem
    • Elwanê cewahir û nefa'is
      Sed cariye û dused benî çûn
      Zerbeftilibas û zerbenî çûn
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Dijmane biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha farisî بنده‎ (bende), pehlewî bendek, ji proto-hindûewropî *bʰendʰ- (girê dan, bestin), binêre ben, bend, band... Bi maneya "mirov" ji erebî [Peyv?], têkilî bin (kurr).

Werger biguhêre

Rengdêr biguhêre

benî

  1. kole, bende, evd, xulam, noker, bindest, dîl, êxsîr
    kesa/ê neçar e hemî jiyana xwe belaş bo kesek din dixebite ango kar dike

Werger biguhêre

Navdêr 2 biguhêre

benî

  1. (giyayek) Binêre belben.