Dem derbas dibû. Ji dûr ve dengê hewtehewta kûçikên gund dihat. Û xalê Cemîl hêdî hêdî ber bi dawiya çîroka xwe ve dihat. Bîstek din wek her tiştî ev çîrok jî bi dawî bibû. Xalê Cemîl gava bêhneke kûr kişand û got; 'Ev çîroka me çû deştê, dê û bavên guhdaran jî cih bihiştî' ev dihat wateya ku ev çîrok jî xelas û bi dawî bûye. — (Mem Farqînî, Ristemê Zal kî ye? [arşîv], xwebun.org, 07.09.2020)
Şêx Ubeydullah rojeke ji rojên zor û zehmet, li civateke mezin wiha dibêje: 'Bêhêvî nebin, xwe bernedin, hevdu bigirin. Ji bîr nekin ku wexta reştariya şevê bêhnek beriya berbangê ye'. — (Abdurahman Sever, Berhemên ruhê xwebûnê-4: Şêx Ubeydullahê Nehrî [arşîv], xwebun.org, 18.11.2020)