-in
Kurmancî biguhêre
Paşgir biguhêre
-in
- Paşgirek e dema ji forma lêkera rader bêt avêtin rayê demên borî jê çêdibe
- birin > bir, xwarin > xwar, avêtin > avêt, meyandin > meyand û hwd.
- paşgira kesîn e bo cînavên pirjimar ger rayê dema niha yê lêkerê bi dengdarekê bi dawî bêt
- Em dikin, hûn dizanin, ew dibêjin
- paşgira ji lêker û ji navan rengdêran ava dike wek ji ripina navê mez, mezin, ji lêkera keftinê kevin, hatiye ava kirin
Herwiha biguhêre
Bide ber biguhêre
Etîmolojî biguhêre
Paşgira lêkerên rader:
hevreha soranî -in, belûçî -in, zazakî -ene, farisî -en, inglîziya kevn û almanî -en ji proto-hindûewropî *-onom.
Paşgira kesên pirhejmar (em, hûn, ew):
Ji proto-hindûewropî *h₁sénti ("ew in", ji *h₁es-), proto-îranî *-end (ew -in), hevreha -in, -n û ne (bi maneya "ew in") yên kurmancî, farisî -end (ew -in), soranî -(i)n, partî û pehlewî -ênd, ermenî են (en: ew in), latînî sunt (ew in), fransî sont (bixwîne: son: ew in), îtalî son (ew in)... Hêjayî gotinê ye ku formên proto-hindûewropî û yên proto-îranî yên bo kesê yekem yê pirjimar (em) û kesê duyem yê pirjimar (hûn) ji kurdî winda bûne û forma sêyem ya pirjimar (ew) li cihê wan jî tê bikaranîn. Bo nimûne, di farisî de forma -îm li gel peyva ma (em) û ya -îd jî li gel peyva şuma (hûn) tê bikaranîn û forma -end (hevbera "-in") ya kurdî tenê li gel îşan/anha/anan (ew/wan) tê xebitandin. Herwiha -î, -e û -in jî ji heman rehê *h₁es- yê proto-hindûewropî ne.
Almanî biguhêre
Paşgir biguhêre
-in