Hejmar biguhêre

 
pênc

Hejmarên sade biguhêre

  • 0 sifir
  • 1 yek
  • 2 du
  • 3 sê
  • 4 çar
  • 5 pênc
  • 6 şeş
  • 7 heft
  • 8 heşt
  • 9 neh
  • 10 deh
  • 11 yazdeh
  • 12 dazdeh
  • 13 sêzdeh
  • 14 çardeh
  • 15 pazdeh
  • 16 şazdeh
  • 17 hevdeh
  • 18 hejdeh
  • 19 nozdeh
  • 20 bîst
  • 21 bîst û yek
  • 22 ½ bîst û du û nîv
  • 30 sî
  • 40 çil
  • 50 pêncî
  • 60 şêşt
  • 70 heftê
  • 80 heştê
  • 90 nod
  • 100 sed
  • 101 sed û yek
  • 123 sed û bîst û sê
  • 200 dused
  • 300 sêsed
  • 400 çarsed
  • 500 pêncsed
  • 600 şeşsed
  • 700 heftsed
  • 800 heştsed
  • 900 nehsed
  • 1 000 hezar
  • 1 234 hezar û dused û sî û çar
  • 10 000 dehhezar
  • 100 000 sedhezar
  • 1 000 000 milyon
  • [[[[[[1 000 000 000]]]]]] milyar
  • [[[[[[1 000 000 000]]]]]] 000 trilyon

Têbînî biguhêre

  1. YEK: li gor devokan dikare "êk" yan "yêk" be.
  2. DU: ”Dido, didu, dudu, di” devokî ne û ji bilî "di"yê di wan devokan de jî tenê di rewşa serbixwe de tê bikaranîn, ne bo nivîsînê ne. ”Dû” ji bandora soranî yan farisî ye, di kurmancî de ne maneya ”2” lê wateya ”dûkêl, dûman, dûxan, moran” û herwiha maneya ”pey, dûv” dide.
  3. SÊ: ”Sisê” devokî ye û di wan devokan de jî tenê di rewşa serbixwe de tê bikaranîn.
  4. ÇAR: "Çiwar" yan "çwar" ji bandora soranî ye, di kurmancî de nîne.
  5. PÊNC: Ne ”pênç”, ev ji bandora tirkî ye ji ber ku di tirkî de ”c” nayê dawiya peyvê, ”ç” di tirkî de cihê wê digire. Lê di kurdî de divê ”pênc” were nivîsîn ji ber ku em dibêjin ”pêncem, pêncî”, ne ”*pênçem, pênçî” û hwd.
  6. HEFT: Di hemû devokan de û loma di zimanê giştî de jî ”h” wek herfa erebî ”ح” tê xwendin anku wek ”h” ya di navê Hesen û Hisên de. Bi alfabeya kurdî-erebî divê ku wek "حه‌فت", ne wek "هه‌فت" were nivîsîn.
  7. HEŞT: ”Heyşt” devokî ye. Di hin devokan de ”h” wek ”ح” anku wek ”h” ya di navê Hesen û Hisên de tê xwendin lê di pirraniya devokan de û loma di zimanê giştî de jî wek h-ya „normal“ tê gotin.
  8. YAZDEH: Li gor devokan dikare „yazde, yanzde, yanzdeh“ be. Berevajî soranî, di kurmancî de bo hejmarên 11 - 19 -zdeh berbelav e, ne -nzde/-nze ya soranî. Herwiha ji hejmarên 11 - 19 re sîstema "deh û yek, deh û du, deh û sê"... jî di hin devokan de tê bikaranîn lê ev awa di nivîsînê de hema bêje qet nayê bikaranîn.
  9. DAZDEH: Li gor devokan dikare „dozde(h), diwazde (h), duwazde(h)“ be lê siviktirîn û bikêrhatîtirîn form „dazdeh“ e ji ber ku wek „yazdeh“ê jî bi paşgira „-azde“ ye û ji hejmara duyem jî (2) herfa destpêkê „d“ bi xwe ve girtiye, wek çawa ku „yazdeh“ jî herfa yekem ji peyva „yek“ bi „-azdeh“ê ve girê daye û bûye „y+azdeh“, wisa „d+azdeh“ jî.
  10. HEVDEH: Ji „heft“ ku ji ber ketina herfa ”t” tîpa „f“ dibe „v-„ wek di „axiftin > diaxive“ yan „keftin > dikeve“ de. Lê nabe „hivde(h) be ji ber ku peyva bingehîn ne „*hift“ lê „heft“ e.
  11. HEJDEH: Ji ”heşt” ku ji ber ketina herfa ”t” tîpa ”ş” dibe ”j”, wek di ”kuştin > dikuje” yan ”riştin > dirije” de. Lê nabe ku ”hijde(h)” yan ”hîjde(h)” be ji ber ku peyva bingehîn ne ”*hişt” yan ”*hîşt” lê ”heşt” e.
  12. BÎST Û YEK: Bo sivikkirina dîtinê û xwendinê „bîst û yek“ ji „bîstûyek“ baştir e.
  13. SÎ: „Sih“ forma kevnar e lê di nivîsînê de kurmancî bi giştî ciyê „ih“ dide „î“: cih > cî, mih > mî, rih > rî...
  14. ÇIL: „Çel“ kêm tê bikaranîn û devokî ne.
  15. PÊNCÎ: ”Pêncih, pênce” kêm tên bikaranîn, devokî ne.
  16. HEŞTÊ: ”Heyştê” devokî û giran e.
  17. NOD: “Not” di hin devokan de li kar e lê di zimanê nivîsînê de “not” bi maneya “têbînî” û “sembolên muzîkê” tê bikaranîna loma divê “nod” were tercihkirin. Di zimanên lêzim de jî bi herfa “d” hatiye bikaranîn: farisî “neved”, pehlewî “newed”.
  18. DUSED: Di hin devokan de wek “dusid, sêsid” û hwd. forma “-sid” tê xebitandin lê eslê peyvê “sed” e loma divê ku wek “dused, sêsed” û hwd. werin nivîsîn.
  19. PÊNCSED: Di axivînê de wek “pênsed” tê sivikkirin lê di nivîsînê de divê ku herfa “c” jê neyê avêtin.
  20. HEFTSED: Di axivînê de wek “hefsed, hevsed” tê sivikkirin lê di nivîsînê de divê ku herfa “t” jê neyê avêtin.
  21. HEŞTSED: Di axivînê de wek “heşsed” tê sivikkirin lê di nivîsînê de divê ku herfa “t” jê neyê avêtin.
  22. HEZAR: Di hin devokan de wek “hizar” tê gotin lê „hezar“ pirr berbelavtir û bikarînayîtir e. Di hin devokan de ”h” wek ”ح” anku wek ”h” ya di navê Hesen û Hisên de tê xwendin lê di pirraniya devokan de û loma di zimanê giştî de jî wek h-ya „normal“ tê gotin. Di nivîsîna bi hejmaran de baştir û bo dîtin û xwendinê siviktir e ku ji dawiyê ve her sê hejmar bi hev re bên nivîsîn û ji yên din werin cudakirin (nimûne: 192 lê 2 192, 23 192, 175 192, 6 175 192 û hwd.)
  23. MILYON: Carinan wek “mîlyon” tê nivîsîn lê ew ji bandora "i" ya tirkî ye ku ji dengê "î" yê kurdî kurttir e lê gelek car bi şaşî di kurdî de "î" li cihê wê tê bikaranîn. Dengê “i” (ne “î”) hem zêdetir li kurmancî tê û hem jî zêdetir nêzîkî dengê resen yê wê peyvê yê bi zimanê frensî yan îngilîzî ye jî ku kurdî ev peyv jê girtiye. Herwiha “i” siviktir e jî.
  24. MILYAR: Bo tercihkirina "i" li hember "î" binere têbîniya berî vê. Carinan ji bandora îngilîzî wek "milyard" bi herfa "d" li dawiyê tê nivîsîn lê di fransî de ew "d" nayê xwendin û di kurdî de bi giştî peyvên rojavayî li gor dengdaniya fransî tên xwendin û nivîsîn.

Hejmarên rêzê biguhêre

  • 1 yekem
  • 2 duyem
  • 3 sêyêm
  • 4 çarem
  • 5 pêncem
  • 6 şeşem
  • 7 heftem
  • 8 heştem
  • 9 nehem
  • 10 dehem
  • 11 yazdehem
  • 12 dazdehem
  • 13 sêzdehem
  • 14 çardehem
  • 15 pazdehem
  • 16 şazdehem
  • 17 hevdehem
  • 18 hejdehem
  • 19 nozdehem
  • 20 bîstem
  • 21 bîst û yekem
  • 22 bîst û duyem
  • 30 siyem
  • 40 çilem
  • 50 pênciyem
  • 60 şêştem
  • 70 heftêyem
  • 80 heştêyem
  • 90 nodem
  • 100 sedem
  • 101 sed û yekem
  • 123 sed û bîst û sêyem
  • 200 dusedem
  • 300 sêsedem
  • 400 çarsedem
  • 500 pêncsedem
  • 600 şeşsedem
  • 700 heftsedem
  • 800 heştsedem
  • 900 nehsedem
  • 1 000 hezarem
  • 1 234 hezar û dused û sî û çarem
  • 10 000 dehhezarem
  • 100 000 sedhezarem
  • 1 000 000 milyonem
  • [[[[[[1 000 000 000]]]]]] milyarem
  • [[[[[[1 000 000 000]]]]]] 000 trilyonem

Têbînî biguhêre

  1. Di nivîsîna hejmarên rêzê de mirov dikare çend paşgirên rêzkirina hejmaran bi kar bîne, nimûne :”çarem, çaremîn, çaran, çarê, çara”. Hin ji van paşbendikan (-an, , -a) fonksiyon û erkên din hene û ”-emîn” jî dirêj û giran e loma baştirîn paşbendik ”-em” e: yekem, duyem, sêyem, çarem… Hejmarên rêzê dikarin hem li pêş navdêran werin bikaranîn (nimûne: yekem kes, sêyem car) û hem jî li paş navdêran (nimûne: kesa/ê yekem, cara heftem). Di nivîsîna bi hejmaran de baştirîn form hejmar û niqteyek li pey wê ye: ”Ew 1. kes e.” (Ne ”Ew 1’em kes e” yan ”Ew 1-em kes e.” yan ”Ew 1em kes e.”
  2. DUYEM: ”Diwem, duhem, duwem” devokî ne.

Zayenda hejmaran biguhêre

Hejmaran zayendeke mitleq nîne: zayenda wan jî wek ya rengdêrên navdêrkirî ye: "mezin" bi xwe ne nêr û ne jî mê ye lê dikare bibe "mezinê me" (pîremêrê me/serokê me) yan jî "mezina me" (pîrejina me/seroka me).

Bi heman awayî jî "yeka me" (serokeka me) û yekê me (serokekî me). Li gel hejmarên ji bilî yekê jixwe bi pirranî forma pirrjimar ya bêzayend tê bikaranîn: "duyên me" (du serokên me: herdu dikarin jin bin yan herdu dikarin mêr bin yan jî yek jin û yek jî mêr be).

Mesela "çara min li gel şeşa te dibe deha me" jî ji wê tê ku ew kurtkirina "hejmara min ya çar li gel hejmara te ya şeş dibe hejmara me ya deh". Ew mê hatine tewandin ji ber ku peyva "hejmar" mê ye, ne ji ber ku "çar, şeş û deh" bi xwe mê bin.

Carinan formên wek "pêncê gulanê" wek delîla nêrbûna hejmaran tê angaştin (îdiakirin). Hin kes jî wê wek hejmara rêzê (=pêncem, pêncemîn, ya pêncê/pêncan) şirove dikin. Lê ji wê texmînê jî bi guman im. Erê rast e ku li hin deveran "pêncê" forma rêzkî ya hejmara "pênc" e (cara pêncê: cara pêncem, pêncem car) û "pêncê" di "pêncê gulanê" de dikare kurtkirina "roja pêncê" (roja heftem) be lê dîsa jî ka girêdana "ya" („roja pêncê YA gulanê“: roja pênce ya gulanê)?

Bi baweriya min divê "heftê gulanê" ne wek delîla nêrbûna zayenda hejmaran û ne jî tenê wek hejmareke rêzkî were hesibandin lê wek formulasyoneke taybet bêt pejirandin.