Pêvek:Rastnivîsî/Ko, ku, kû
Ko, ku, kû, kî, kê
biguhêreDi bikaranîna peyvikên "ko", "ku" û "kû" de mixabin tevliheviyeke mezin heye. Ew hemû bi şaşî li cihê hev tên bikaranîn. Lê pirr giring e ku wate û bikaranîna wan ya rast were zelalkirin.
Ko
biguhêreKo rengdêrek e û maneya "ne tûj", "amûra ku xweş tiştan nabirre" dide: qelemek ko, kêreke ko. [1]
Ku
biguhêreKu hokerek e û du hevokan bi hev ve girê dide: "Ez dizanim. Ew ê were." > Ez dizanim ku ew ê were/bê. [2]
Kû
biguhêreKû maneya "çi cihî", "kîjan derê" dide: Tu ji kû tê? Tu li kû yî? Tu dê biçî kû?
Gelek giring e ku her yek ji van peyvan li gor mane û erka xwe rast û dirist were bikaranîn.
Kî, kê
biguhêreHerwiha carinan heta "kî" û "kê" jî li cihê “kû" tên xebitandin: li kî derê? yan li kê derê?.
Ev ji ber ji wê sebebê ye ku di hin devokan de “kû" wek “kwî" tê xwendin û paşî hê jî zêdetir hatiye sivikkirin û bûye “kî" loma “li kî derê" yan “kî ve?" (kû ve/de, ber bi kû ve/de) tê nivîsîn. Yan jî ew “kî" ya bi maneya “kû" tevlihevî “kî" ya bi wateya “çi kes" tê kirin û dema ku tê tewandin, wek vê dibe “kê": “ji kêrê?" (ji kû derê?), “kêrê?" (kû derê) û hwd.
Lê kî û kê divê ku tenê bo pirsîna derbarê kesan werin bikaranîn û maneya wan ev e: “kî" (çi kes) û “kê" (kî kesî/î).
- Kî li kû ye? (Çi kes li çi derê/cihî ye?)
- Kê got ku Serbest nayê. (Çi kesî/ê got: “Serbest nayê.")
Têbînî
biguhêre- ↑ a b Li gor devokan "ko" (bi maneya "ne tûj") dikare "kot, kuh, kut" be.
- ↑ a b Di hin devokan de li cihê wê "go" tê bikaranîn: "Ez (di)zanim go ew ê were/bê." Di soranî û zazakî û ji bandora wan di hin devokên kurmancî de jî "ke" û hin car jî ji tesîra tirkî "kî" tê bikaranîn: Soranî: Min dezanim ke ew dê." Zazakî: "Ez zano ke o yeno." Tirkî: "Ben biliyorum ki o gelecek."