Pêvek:Rastnivîsî/Navdêr
Navdêr
biguhêreNavdêr li gel qertafê
biguhêreDi kurmancî de navdêr di rewşa xwe ya netewandî de bê qertafa zayendê (mê yan nêr) diyar in:
- Heval min dibîne.
- Hevalek min dibîne.
- Heval min dibînin.
Di van nimûneyan de „heval“ dikare mê yan jî nêr be.
Lê eger navdêr tewandî be, nîşana zayendê (nêr yan mê) diyar e:
- Ez hevalê dibînim. (mê) / Ez hevalî [1] dibînim. (nêr)
- Ez hevalekê dibînim. (mê) / Ez hevalekî dibînim. (nêr)
- Ez hevalan dibînim. (Di rewşa pirrjimariyê de zayend nîne, nêr û mê ji hev nayên cudakirin ji ber ku di pratîkê de jî dibe ku di nav komê de hem hevalên jin û hem jî yên zilam hebin.)
Navdêr li gel îzafeyê
biguhêreEger navdêr bi cînavekî, rengdêrekê yan jî navdêreke din ve were girêdan, hingê îzafe jê re pêwîst e. Îzafe herwiha zayend (mê yan nêr) û mêjera (yekjimar yan pirrjimar) peyvê jî diyar dike anku nîşanî me dide ka peyv mê, nêr yan jî pirrjimar e.
- hevala min (mê, yekjimar, diyar), hevalê min (nêr, yekjimar, diyar)
- hevaleke min [2] (mê, yekjimar, nediyar), hevalekî min [3] (nêr, yekjimar, nediyar)[4]
- hevalên min[5] (pirrjimar, diyar: "hemû hevalên min")
- hevalin min (pirrjimar, nediyar: "hin hevalên min") [6]
- sêva sor (mê, yekjimar, diyar), çavê reş (nêr, yekjimar, diyar)
- sêveke sor (mê, yekjimar, nediyar), çavekî reş (nêr, yekjimar, nediyar)
- sêvên sor (pirrjimar, diyar: "hemû sêvên sor"), çavên reş (pirrjimar, diyar: "hemû çavên reş")
- sêvin sor (pirrjimar, nediyar: "hin sêvên sor"), çavin reş (pirrjimar, nediyar: "hin çavên reş")
Eger piştî navdêra li gel îzafeyê bi rengdêr ("sor, xweş, biçûk…") yan cînavekî ("min, te, wê…) girêdayî dîsa bi navdêrekê, rengdêrêkê yan cînavekî re were bestin, hingê îzafe ji rengdêrê yan cînavî cuda tê nivîsîn:
Lê eger li cihê rengdêrê yan cînavî jî navdêr hebe, îzafe pê ve tên nivîsîn:
- sêva hevala Jiyanê
Herwiha divê were destnîşankirin ku cudahiyeke maneyê di van hevokan de heye:
- hevalê Elî yê biçûk (heval biçûk e) Hevala Jiyanê ya delal (heval delal e)
- hevalê Eliyê biçûk (Elî biçûk e). Hevala Jiyana delal (Jiyan delal e)
Eger herdu navdêr ne ji eynî zayendê bin, hingê îzafeya dawîn zayenda xwe li gor wê navdêrê digire ya ku rengdêr wê salox dide:
- hevalê Jiyanê yê biçûk (ji ber ku yê biçûk heval e, ne Jiyan e, û heval li vê derê nêr e)
- hevala Elî ya delal (ji ber ku ya delal heval e, ne Elî ye, û heval li vê mê ye)
Têbînî
biguhêre[1] [2] [3] [4] [5] [6] [7] [8]
- ↑ a b Di vê rewşê de nîşana zayenda nêr dikare "hevalî" yan "hevêl" yan jî tenê "heval" be. Ji ber ku ne "hevalê" ye, tê zanîn ku nêr e.
- ↑ a b Carinan "hevaleka min" tê bikaranîn ku ji heval+ek+a pêk tê û eger mirov "ek"ê rake, tam dibe hevbera "hevala min". Di rastiyê de ev awa jî qebûlbar e ji ber ku ew li gor rêzimanê rast e lê ji "hevaleke min" kêmtir tê bikaranîn.
- ↑ a b Carinan "hevalekê min" tê bikaranîn ku ji heval+ek+ê pêk tê û eger mirov "ek"ê rake, tam dibe hevbera "hevalê min". Di rastiyê de ev awa jî qebûlbar e ji ber ku ew li gor rêzimanê rast e lê ji "hevalekî min" kêmtir tê bikaranîn.
- ↑ a b Eger mirov nikare yan naxwaze zayenda peyvê diyar bike (bo nimûne: dixwaze firsetê bide hevalek ji kîjan zayendê be jî - anku jin be yan jî mêr be), forma "hevalek min" dikare were bikaranîn.
- ↑ a b Li hin deveran "hevalêt min" yan jî "hevalêd min" tên bikaranîn lê ew devokî ne.
- ↑ a b "Hevalin min" ji "hevalên min" kêmtir tê bikaranîn û carinan "hevalên min" bi erkê wê jî radibe anku rola wê jî dilîze.
- ↑ a b Dikare wek "sêva sor a Jiyanê" jî were nivîsîn, lê ne wek "*sêva sora Jiyanê".
- ↑ a b Dikare wek "hevalên min ên xwendingehê jî bêt nivîsîn, lê ne "*hevalên minên xwendingehê"