Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zeytûn zeytûn
Îzafe zeytûna zeytûnên
Çemandî zeytûnê zeytûnan
Nîşandera çemandî zeytûnê wan zeytûnan
Bangkirin zeytûnê zeytûnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zeytûnek zeytûnin
Îzafe zeytûneke zeytûnine
Çemandî zeytûnekê zeytûninan
 
Zeytûn bi darê ve.
 
Zeytûn

zeytûn

  1. (dar) Darek e, Olea europaea, berhemên wê yên xwerbar hin libên reş yan keskê tarî ne.
  2. (fêkî) Berhemên xwerbar yên wê darê.
    • Memduh Selîm Beg qedeha destê xwe hêdî hêdî dibe devê xwe, çend qult ji konyaka xwe vedixwe û pajê jî, ji zeytûnên li ser masê du liban digire û diavêje devê xwe. — (Mehmed UzunSiya evînê [arşîv], Ithaki Publishing, 2005, r. 98)
    • Nav jî li xwe kirin "Çiqila Zeytûnê" da ku ava dilê zeytûnên Efrrînê hişk bikin û li erdê xwe bikin xwedî, weke jinbavekî bênamûs! — (Nûjîn QidoSê Rojên Mê [arşîv], Na Yayınları, 2023, r. 44)
    • Çavên te mîna zeytûnê
      Ditirsim ji agirê êtûnê
      Ya Xatûn ez tobedar im
      Tobedarê Xaliqê Cebar im
      Ji ser toba xwe ez nayêm xwarê
       — (Feramez Fîkrî ÇevirelDîroka Wêjeyê Kurdî: [arşîv], Na Yayınları, 2019, r. 73)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî زَيْتُون(zaytūn) ji زيت(zeyt, zeyt), hevreha aramî ܙܝܬܐ‎ / זיתא(zeyta), îbranî זית(zeyt), fênîkî zeyt-, akadî sirdu, sûmerî zerdum. Peyva zeyt ji zimanekî samî ketibû pehlewî jî. Li Bakurê Afrîkayê, Rojhilata Navîn heta Hindistanê û Asyaya Navîn peyvên "zeyt" "zeytûn" belav bûne: hindî ਜੈਤੂਨ / ज़ैतून (ceytûn), tamilî சைதூண் (seydun), ermenî ձիթենի (jitʻeni) (citêni), gurcî ზეთის (zêtis), qazaxî зәйтун (zeytûn)... Di pirraniya zimanên ewropî de peyveke ji bingehê oliva ya latînî çêkirî tê bikaranîn lê li nîvgiravê Îberyayê jî peyva ji erebî cihê xwe girtiye: spanî aceituna û portugalî aceitona, herdu ji forma diyar ya erebî الزيتون‎ (ez-zeytûn).

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.