yavru

  1. çêl çêle, çêlî (bi gelemperî biçûkên jîndaran)
  2. çêlik (şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `çêle`yê)
  3. têje (bi gelemperî biçûkên jîndaran lê hinekî wateya wê tehl e û bi zehfanî ji bo biçûkên lawiran ango ji ajalên dirinde re tê siviyandinê)
  4. têjik (şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva 'têje'yê)
  5. çêjik (guhartoyeke têjik`ê)
  6. cehş (biçûkên dewaran ango ajalên yeksim xasma jibo ker û hêstiran)
  7. ciwanî (Her cûre biçûkên ajalan lê nemaze jibo çêleyên hespan)
  8. cehşik (şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `cehş`ê)
  9. ferx (çêleyên lawir û çêleyên mirîşkan û firindeyan)
  10. ferxik (şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `têje`yê)
  11. zarok, mindal, sebî, ewlad, sava, daman,dêl,nevî,nevîçirk,pit,pitik, dûnde (biçûkên mirovan)
  12. xifş (çêleyên ask, xezal û mamizan, çêleyên kewalên dusim)
  13. golik (çêleyên ga û mangayan)
  14. berx (çêleyên pêz)
  15. kar (çêleyên bizinan)
  16. şelûf (çêleyên mirîşkan)
  17. tûle (çêleyên seg û tajiyan)
  18. cewr (çêleyên dêl û segan)
  19. finik (şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `fin`ê)
  20. fin (çêleyên hêstiran)
  21. bod (çêleyên hêştiran)
  22. bodik (şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `bod`ê)
  23. (mecazî) têjik (ji bo biçûkê tiştekî re tê gotin)
    Saray yavrusu.Ev xaniyekî mîna têjika serayê ye.