Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tenûr tenûr
Îzafe tenûra tenûrên
Çemandî tenûrê tenûran
Nîşandera çemandî tenûrê wan tenûran
Bangkirin tenûrê tenûrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tenûrek tenûrin
Îzafe tenûreke tenûrine
Çemandî tenûrekê tenûrinan
 
Jinek nanî diavêje tenûrê.
 
Tenûreke Kurdistanê ya ku tê de nan tê pehtin.

tenûr

  1. cihê nan tê depehtin
    (bi taybetî firina ku ji axê hatiye avakirin)
    Nanê tenûrê (nanê ku di tenûrê de hatiye pehtin)
    • Dîlan hema zû ji xwe re hinek mast xiste tacikekê, parçek nanê tenûrê ji selikê derxist û weke gurekî birçî kişiya ser û xwar. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
    • Bila şorba nîskan li ser êgir, nan li ser tenûrê, mîh û beran, berx û kahr li ber derî bin. — (Mehmed UzunBîra qederê, Weşanên Nefel2002)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Gotinên pêşiyan

biguhêre
  • Tenûr bi tir û fisan germ nabe

Binêre herwiha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha farisî تنور(tenûr) / تندور(tendûr), pehlewî tenûr, avestayî tenûre-, erebî تنور‎ (tennûr), aramî תנורא (tenûra), îbranî תנור (tenûr), hemû ji akadî [Peyv?] 𒋾𒂟 (tinūru), ew bi xwe bi metatezê ji sûmerî [Peyv?] duruna.

Dihxoda idia dike ku peyv ji peyvên akadî tîn (herrî, ax) û nūru (agir) hatiye. Lê ev idia hem etîmolojiya gelêrî ye û hem jî wek din şaş e çunkî bi akadî herrî ne tîn e lê ṭiṭṭu ye (lê bi erebî û îbranî ṭīn û bi aramî ṭīna ye) û nūru jî ne agir e lê ronahî ye.

Varyanta tendûr bi dîsîmîlasyonê anku jihevcudabûna du dengên wek hev ji varyanta tennûr peyda bûye. Yan bo zêdebûna D li pey N bidin ber D-ya peyva qalind.

Peyv bi rêya zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî, bo nimûne: ermenî Թոնիր (tonir), tirkî tandır, azerî təndir, ozbekî tandir, gurcî თორნე (torne), hindî तन्दूर (tendûr)... Bi rêya hindî peyv ketiye zimanên ewropî jî: îngilîzî, fransî, îtalî, spanî tandoor. тандыр (tandir) ya rusî bi rêya zimanên tirkîkî ye.

Li aliyekî din vê dawiyê û bi rêya teknîka nû di zimanên Rojhilata Navîn de cih daye peyva firin ya ji zimanên ewropî hatî.

{{{1}}}