KurdîBiguherîne

BilêvkirinBiguherîne

Navdêr 1Biguherîne

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî silav silav
Îzafe silava silavên
Çemandî silavê silavan
Nîşandera çemandî silavê wan silavan
Bangkirin silavê silavino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî silavek silavin
Îzafe silaveke silavine
Çemandî silavekê silavinan
 
Mirov bi giştî destekî xwe dihejîne dema ku silav dike.

silav

  1. Yek yan çend gotinên xweş û şirîn yên kesek dibêje bi taybetî dema kesekê/î dibîne yan jî dest bi axiftinekê dike.
    (Wek merheba, rojbaş, bi xêr hatî û hwd.)
  2. Peyamek ji gotinên xweş pêkhatî ya ji kesekê/î yan aliyekî re tê şandin.
    Silavên gelek partiyan di salvegerra wê partiyê de hatin xwendin.
  3. Gotinek silavkirinê ye.
    Silav, hûn çawan in?
    • Seyra felekan li nik te gavek
      Fexra melekan ji te silavek
      Şeqqe l-qemera te yek işaret
      (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)

Bi alfabeyên dinBiguherîne

HerwihaBiguherîne

Hin silavBiguherîne

Biguherîne

EtîmolojîBiguherîne

Ji erebî سَلَام(salām, silav, selam, aştî), hevreha aramî ܫܠܡܐ (şilama), îbrî שלום (şalom), akadî šalāmu, ge'ezî ሰላም (sälam), tigrînî ሰላም (sälam), ugarîtî š-l-m... hemû ji proto-samî *šalām-. Di kurdî de hê jî di hin devokan de li cihê "silav"ê "silam" yan "selam" tê gotin (hem bi maneya "merheba!" û hem jî bi wateya "merhebayî, silavdan, silavkirin, silavlêkirinê". Bi heman maneyan di farisî de jî wek "selam" tê bikaranîn. -m- ya proto-hindûewropî û proto-aryayî û hevreha peyvên kurdî di zimanên lêzim de gelek caran di kurmancî de dibe "v": "nam" ya farisî û nav ya kurmancî, "gam" ya zazakî û gav ya kurmancî, "gom" ya ermenî û gov ya kurmancî. -e- jî di kurmancî de bi gelemperî vediguhere -i-: "behar" ya farisî, bihar ya kurmancî, "kerden" ya farisî, kirin ya kurmancî. Peyvên ku ji mêj ve ji zimanên biyanî hatine deynkirin jî bi heman awayî dengên xwe diguherînin.

Bi zaravayên dinBiguherîne

WergerBiguherîne

Navdêr 2Biguherîne

silav mê û nêr

  1. (rûsî û miletên nêzî wan) Binêre: slav (1)