Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  •  IPA(kilîd): /rɑːˈdɛː/
  • Jihevqetandin: ra‧de

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rade rade
Îzafe radeya radeyên
Çemandî rade radeyan
Nîşandera çemandî rade wan radeyan
Bangkirin rade radeyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî radeyek radeyin
Îzafe radeyeke radeyine
Çemandî radeyekê radeyinan

rade

  1. pile, ast, derece, sewiye, hîza, darax, tax, hindav, teng, rêgar,
    bilindahî yan nizmahiya tiştekî
    ta çi radeyê (çend, çiqas)
    • Li Tirkîyê jî du dîtin hene, yek Kurda wekî hindikayî dipejirîne û di nav çarçoweyek teng da mafên kultirî derdêxe pêş. Hêla din, hê li ser siyaseta nijadperest israr dike, qala bi kar anîna zimanê kurdî dike, lê ne di dewsek fermî da. Bi ya vana, divê mafên Kurda di ti dokumantên fermî da cî negrin, bi tenê ziman û kultir di jiyana rojene da û wekî mafên keseyatî bila bi kar bin!. Hikumet, arteş û bi kurtî deshilatîya sîyasîya Tirk, li ser vê sîyasetê israr dike. Lewra, ew dizanin ku mafên Kurda di vê radeyê da bimînin, ji ber ku di destê dewletê da derfetên teknolojîk yên gelek fireh hene, di hindirê demek ne dûr da, asîmîlasyon bi giştî di bandora xwe bavêje ser nirxên neteweyî yên miletê Kurd. Belê navê Kurd û Kurdistanê her tim dê hebin, lê aksîyonek sîyasî û hestên neteweyî dê vemirin, tine bin. Herweha, tê gotin ku ji îro ve li gelek gundên Kurdistanê zarok bi tirkî diaxifin. — (Gelawej.org, 11/2005)

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha tirkî radde, ji erebî رادة(raddet), رد(red, wergerîn, zivirîn), ji eynî rehî: red. Ji vê dawiyê ketiye kurmancî, bi taybetî bi rêya soranî lê di soranî bi xwe de jî di nav gel de peyda nabe. Ihtimalen ji osmanî ketiye kurdî û bi texmîna ku ew peyveka esil-kurdî be hatiye bikaranîn. Bi texmîneka qayim ew ji tirkî derbazî kurdî bûye çunkî bi maneya xwe ya kurdî ew di erebî de ne li kar e.

Werger biguhêre

Afarî biguhêre

Lêker biguhêre

rade

  1. ketin

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên ketin hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Albanî biguhêre

Navdêr biguhêre

rade

  1. werîs, ben

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên werîs hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Romanyayî biguhêre

Lêker biguhêre

rade

  1. tiraşîn (/simbêl/ tiraşîn)

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên tiraşîn hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Sahoyî biguhêre

Lêker biguhêre

rade

  1. ketin

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên ketin hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]