milîs
Navdêr
biguhêreTewandina milîs | |||
---|---|---|---|
Zayendên mê û nêr ên binavkirî | |||
Rewş | Mê (yj.) | Nêr (yj.) | Mê û nêr (pj.) |
Navkî | milîs | milîs | milîs |
Îzafe | milîsa | milîsê | milîsên |
Çemandî | milîsê | milîsî | milîsan |
Nîşandera çemandî | wê milîsê | wî milîsî | wan milîsan |
Bangkirin | milîsê | milîso | milîsino |
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî | |||
Rewş | Mê (yj.) | Nêr (yj.) | Mê û nêr (pj.) |
Navkî | milîsek | milîsek | milîsin |
Îzafe | milîseke | milîsekî | milîsine |
Çemandî | milîsekê | milîsekî | milîsinan |
milîs mê û nêr
- Paramilîter, sehwe; medeniyên ku şerê çekdarî dikin. Bi taybetî yên ku alîkariyê didin artêşê.
- Bozdemîr piştre kesekî nas dike û bi alîkariya wî tevli refên gerîla dibe. Ji bo ku tevlibûnê pêk bîne diçe Wanê. Dema li Wanê ye, ajan Mehmet Koç bi telefonê bi wê re diaxive û wiha jê re dibêje: “Ev telefona ku min daye te biparêze. Bi tu awayî telefona te bila nekeve destê kesê. Ez bi israr vê yekê ji te dixwazim”. Li ser vê telefona Mehmet Koç, Bozdemîr jî biryar da ku wê telefonê biparêze. Bozdemîr wiha behsa mijarê dike: “Dema ez di rê de bûm, milîsê ku ez dibirim, telefona min dît. Ez jî mecbûr mam ku telefona xwe bişikênim. Piştî ku min telefon şikand ez derbasî qada gerîla bûm. Her du şîşeyên jehrê ligel min bûn. Ez çûm perwerdehiyê.” — (Kurdish-info.com, 10/2007)
- Polîs (li Rûsyayê û hin welatên din yên rojhilata Ewropayê).
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
Herwiha
biguhêreTêkildar
biguhêreJê
biguhêreEtîmolojî
biguhêreBi rêya fransî fransî milice ji latînî latînî miles (“leşker, supa, esker”) ku herwiha serkaniya peyvên milîtarîst û milîtarîzm e jî.