Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

li bendê bûn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: li bendê -b-
RP.
Niha
ez li bendê dibim
tu li bendê dibî
ew li bendê dibe
em, hûn, ew li bendê dibin
Fermanî Yekjimar li bendê bibe
Pirjimar li bendê bibin
Rehê dema borî: li bendê --
RP.
Boriya
sade
ez li bendê bûm
tu li bendê bûyî
ew li bendê bû
em, hûn, ew li bendê bûn
Formên din:  Tewandin:li bendê bûn

li bendê bûn lêkera hevedudanî, negerguhêz

  1. payîn, çaverê kirin, çavlirê bûn, li hêviyê bûn, pan, bendewar bûn,
    bawer kirin ku dê tiştek biqewime yan bê kirin.
    Ez li bendê me ku ew werin.
    Ez li benda hatina wan im.
    Aborîzan li bendê ne ku enflasyon dakeve.
    Aborîzan li benda daketina enflasyonê ne.

Etîmolojî biguhêre

Ji li + bendê + bûn.

Werger biguhêre