gladyator li meydanê

gladyator

  1. (li Emparatoriya Romê) kesa/ê ku li sîrkekê dijî kesek din yan dijî lawirek dirinde şer dikir û xelkê jî ji temaşegehêdinerî
    ta kesek ji şervanan yê dî yan lawir kuştiba yan bi xwe bihata kuştin
  2. cengawer, palewan, fêris, çeleng

Ji wêjeyê

biguhêre
  • Birînên ku bi agir dihatin daxkirin, ew birîn bûn ku herî zû baş dibin. Lê ew birînên ku te di canê wan dostan de vedikirin, ewqas kûr û dijwar û xedar bûn ku, te ji halekî derdixistin û dixistin halekî din. Dostan jî, hema wek gladyatorê bi şêr re dikeve nav şerê giran, li hewşenga çaralî girtî, bi hev diketin, li hev dixistin û li pêş çavên te yên ji temaşekirinê têr nabin, hev û dî diqelandin. — (Nîzamettîn Akkurt: Kêzxatûna Rojavayî, Pen-kurd.org, 2005)

Etîmolojî

biguhêre

Ji fransî gladiateur yan ji îngilîzî gladiator ji latînî gladiātor ji gladius (şûr) + -or. Gladius herwiha serekaniya peyva glayol e jî.