dûrwelatî
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | dûrwelatî | dûrwelatî |
Îzafe | dûrwelatiya | dûrwelatiyên |
Çemandî | dûrwelatiyê | dûrwelatiyan |
Nîşandera çemandî | wê dûrwelatiyê | wan dûrwelatiyan |
Bangkirin | dûrwelatiyê | dûrwelatiyino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | dûrwelatiyek | dûrwelatiyin |
Îzafe | dûrwelatiyeke | dûrwelatiyine |
Çemandî | dûrwelatiyekê | dûrwelatiyinan |
dûrwelatî mê
- biyanistan, xurbet, xerîbî, sirgûn, mişextî, awaretî, derbiderî, biyanistan, dûrwelatî, sergom, diyaspora,
cihê ku ne war û welatê mirovî bi xwe ye,
dûrbûna ji war û welatê xwe- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
- koçberî, penaberî[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].
Etîmolojî
biguhêreJi dûrwelat + -î ji dûr + welat + -î
Ji wêjeyê
biguhêreXerîbî, gurbet, dûrî û dûrwelatî di stranên kurdî yên kevn de temayeke bingehîn pêk tînin. Kesên hatine sirgûn kirin, bi salan leşkerî kirine, ji bo kar çûne deverên din û wek penaber (miltecî) li welatên dereke mane, ji yên mayî re hertim bûne êş û keder. Herdu alî jî li benda hev mane. Koçerî, koçberî û koçemalî bûye perçekî jîyana kurdan. Bi dil an jî bi zorê kurdan gelek caran war guhartine. Kurd hertim bûne koçber, penaber û ketine li ser rê û dirban (homo migrantus). Ev yeka serpêhatiya Ahaverus, cihûyê ku hatiye ceza kirin wekî heta mirinê rêwî û koçber bibe, tîne bîra mirovan.
(Rohat Alakom: KAMBAXA VÊ XERÎBIYÊ - Di folklora kurdî de stranên xerîbiyê, Netkurd.com, 2/2006)