cirn
Bilêvkirin
biguhêreNavdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | cirn | cirn |
Îzafe | cirna | cirnên |
Çemandî | cirnê | cirnan |
Nîşandera çemandî | wê cirnê | wan cirnan |
Bangkirin | cirnê | cirnino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | cirnek | cirnin |
Îzafe | cirneke | cirnine |
Çemandî | cirnekê | cirninan |
cirn mê
- Cihê ku dan (genim) lê tê qutan.
- Mesela Jan Dost, wek mesela Gurrî ye. Dibêjin li gundekî, ji gundên Kurdistanê, gurrîyek hebû, tukesî guh nedidayê û ne jî rojekê navê wî dihat ser zimanê xelkê. Gurrîyê me fikirî û ji xwe re got: eger ez tiştekî matmayî û karekî xerab û bê rê nekim, wê xelkê vî gundî navê min ji bîr bikin. Gurrî rabû çû di Cirnê gund de rît, heçî hat ku danê xwe di Cirn de bikute dît ku hemî gû ye. — (Lotikxane.com, 10/2009)
- Navgîna ku li ser avê dimeşe.
- 7 penaberên afrîkî ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve derketin rê. Lê berî ku bigihin Îtalyayê, curna wan bin-av bû. Keştiyek maltayî hat hewara wan û ji dêvla wan têxe keştiyê, tora masiyan ji wan re avêt. — (Netkurd.com, 5/2007)
Herwiha
biguhêreJê
biguhêreEtîmolojî
biguhêreJi erebî جرن (curn) ji aramî ܓܘܪܢܐ (gurna) ji yûnanî γοῦρνα (goῦrna).