Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî belxem belxem
Îzafe belxema belxemên
Çemandî belxemê belxeman
Nîşandera çemandî belxemê wan belxeman
Bangkirin belxemê belxemino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî belxemek belxemin
Îzafe belxemeke belxemine
Çemandî belxemekê belxeminan

belxem

  1. Ava çir ya ku gewriya mirovî digire bi taybetî dema ku sarmayê mirov girtibe.
    • Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “Bîbera reş mîkroban dikuje, pêşiya edavan digire, gazan diqulipîne, belxemê diavêje, xwediyê taybetiya agirdaxistinê ye. — (Lotikxane.com, 11/2010)
    • Tim dikuxiya û belxema di sînga xwe de davête ser xweliya menqelê, piştre xweliya menqelê davête ser tûka xwe. — (Nûbihar, Elî Eşref Dervîşiyan, Cafer AçarAbşûran [arşîv], 2021, r. 15)
    • Her ku belxema di qirika xwe de bi paş ve vedigerand rengê rûyê wî sortir dibû. — (Sirri AyhanDansa Berber [arşîv], Weşanên Na, r. 21)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî بلغم(belẍem) ji yûnanî φλέγμα (flégma) (phlêgma - "p" di erebî de nîne loma bûye "b" û "g" jî nîne loma bûye ) ji φλέγω (phlêgo: sotin, şewitandin). Heman peyv wek phlegme ketiye îngilîzî û wek flegme ketiye fransî jî.