Xoybûn
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | Xoybûn | Xoybûn |
Îzafe | Xoybûna | Xoybûnên |
Çemandî | Xoybûnê | Xoybûnan |
Nîşandera çemandî | wê Xoybûnê | wan Xoybûnan |
Bangkirin | Xoybûnê | Xoybûnino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | Xoybûnek | Xoybûnin |
Îzafe | Xoybûneke | Xoybûnine |
Çemandî | Xoybûnekê | Xoybûninan |
Xoybûn mê
- tevgerrek kurdan ya azadîxwaz bû ku li salên 1920ê hat damezrandin û bi taybetî Serhildana Agirî di salên 1927 - 1931 de da meşandin û Komara Agirî ragihand
- Peywendiyên Xoybûnê û Daşnaksûtyûnê (tevgereke ermeniyan bû) — (sernavê nivîsarek Têmûrê Xelîl, Nefel.com, 9/2010)
Etîmolojî
biguhêrexo (=xwe) + -y- (-yî) + bûn. Maneya wê serbixweyî, xweserî, "serxwebûn" e (îngilîzî: independence). Ew ji "xo-y-bûn" e ku forma gotinê ya li gor hin devokan e ji "xwe-yî-bûn" e. Herçi "xweyî" (xwedî, xudan) li hin deveran heye jî, "xoyî" bi maneya "xwedî" peyda nabe loma "xoybûn" ne "xwedîbûn" e. Mebesta wê "bi-xwe-bûn" e û ihtimalen wergera ji almanî Selbstständigkeit e (Celadet Bedirxan li Almanyayê hatibû perwerdekirin). Heman peyv di gelek zimanên din jî yên cermenî de wisa ye: holendî zelfstandigheid, swêdî självständighet (û wergera wê ya fînlendî itsenäisyys).Xwebûn ,serbestbûn . dema partiya Xoybûn hate damezrandin li Sûriyê ,hinin kurdên Soran jî amade bûn ,loma bi vî hawayî navê partiyê hate danîn ji ber ku "xo" bi devoka soranî xwe ya devoka kurmancî ye .