Xêrhatin biguhêre

Merheba Zinar Soran,

Bi xêr hatî ferhenga kurdî-kurdî WÎKÎFERHENGê.

Em hêvîdar in ku tu jî di avakirina vê ferhengê de alîkariya me bikî.

Eger pirsên te hebin, xêra xwe ji me re binivîse:

Xebatxweş.

-- Bikarhêner (gotûbêj) 15:13, 3 pûşper 2019 (UTC)

Tomarkirina peyvan biguhêre

Ez çawa dikarim peyvan li vir tomar bikim Zinar Soran 99 (gotûbêj) 07:08, 15 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Merheba bira. Ji bo tomarkirina peyvan binêre aliyê çepê yê malperê. Li wir beşa "Peyvekê çêke" heye. Li bin beşa "Destpêk"ê. Ev rûpel: [1]https://ku.wiktionary.org/wiki/W%C3%AEk%C3%AEferheng:Peyvek%C3%AA_%C3%A7%C3%AAke.
Bikeve wê rûpelê û cureya peyvê ku tu çêbikî bibijêre. Mîsalen peyveke kurdî, bi cureya navdêr, mîna "kitêb". Li qutîka kurdî ya navdêrê "kitêb" binivîse (zayenda peyvê jî bibijêre ji bo peyvên navdêr ên kurdî, wekî "mê" an "nêr") û pêl li vebijêrka "Gotarê biafirîne" bike. Dû re li bin beşa "Navdêr" ango cureya peyvê maneya peyvê bi kurdÎ binivîsîne. --Bikarhêner (gotûbêj) 09:15, 15 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

(xwe) filitandin biguhêre

Silav birakê min, li vir binêre. Peyva filitandin (xwe) hebû û min hevoka te tevlî wê lêkerê kir. Hevok nabin peyv, lê hevok di bin beşa peyvan de tên bikaranîn. Gelek spas ji bo keda te , silav û rêz --Şêr (gotûbêj) 21:06, 12 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Peyvên te gelek xweşik hatine nivîsin  . Tu dikarî wergerên peyvan li ser wê pelê di tabloya li jêr de binivîsî. Li wir navê zimanî binivîse û pişt re dikarî wergerê li tenişta navê zimên binivîsî. :)) --Şêr (gotûbêj) 21:17, 12 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Min Ar pê xistin kir ar pê xistin ji ber peyvên kurdî (ji bilî serenav: Amed, Hewlêr Qamişlo û hwd, û navên kesan, gundan) mezin nayên nivîsîn. :-) Şêr (gotûbêj) 21:18, 12 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
 
Ji bo wergeran mebesta min ev tablo bû:)) --Şêr (gotûbêj) 21:32, 12 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Navdêr = biçûk biguhêre

Silav bira, di zimanê kurdî de navdêr bi tîpên biçûk tên nivîsîn ;) --Şêr (gotûbêj) 21:57, 13 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Silav, li ser Wîkîferhengê bo peyvên navdêr, rengdêr, lêker, ... sernavên gotaran bi tîpên biçûk tên nivîsandin. Tenê serenav bi tîpên girr tên nivîsandin--Ghybu (gotûbêj) 22:01, 13 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
[2]!   --Şêr (gotûbêj) 22:39, 13 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide