Merhaba, Tewandina kirin'ê ya dema borî ne rast e. divê hemû bibaya "kir". Min neriya, li "kêşana lêkeran" a birahîm xelîl taş jî wanî dibêje. nizanim, ez çewt im gelo?! (û ez nikarim tabloyê rast bikim, heke ez bixwazim ji bo tewandina lêkereke din, ez ê çawa bigihijim vê tabloyê?) Jiju (gotûbêj) 17:25, 22 reşemî 2017 (UTC)

@Jiju û Ferhengvan:. Li vira ({{ku-conj-irin}}) tê guherandin... Bo şablonên din jî li vira binêre: Şablon (lêker)--Ghybu (gotûbêj) 17:34, 22 reşemî 2017 (UTC)
PS: Bi min pirsgêrek tine ye...--Ghybu (gotûbêj) 17:38, 22 reşemî 2017 (UTC)
@Ghybu:. Gelek spas ji bo bersivandinê. Lê belê lêkera kirin gerguhêz e. lêkerên gerguhêz di dema borî de li gorî kirdeyên "min, te, wî wê, me, we, wan" tê kişandin. Ango, em nabêjin: ez kirim, tu kirî, ew kir... li gorî ez dizanim û pirtûkên rêziman ên li destên min in, rê didin, wanî ye: min kir, te kir, wî kir, wê kir, me/we/wan kir li vê şablonê nuha li gorî roniya vê agahiyan çewt e/xuya dike. bi rastî pirsgirêk tune ye? (çima?) spas Jiju (gotûbêj) 17:59, 22 reşemî 2017 (UTC)
@Jiju: Erê gotinên te rast in Bişirîn, min dîkat nekirî bû... Gelek spas--Ghybu (gotûbêj) 18:04, 22 reşemî 2017 (UTC)
@Ghybu: bi rastî, ez ji agahiyên xwe yên rêzimanî ne pir bawer im û heke tu bigota na, ew rast in, îro xew nediket çavên min û ez û pirtûkên min- em ê li hev bixistana :) emrê te dirêj be Jiju (gotûbêj) 18:07, 22 reşemî 2017 (UTC)
@Ghybu: nebêje ez ketime şopa çewtiyan û dedektîfî dilîzim, lê belê min got gelo di lêkerên din jî çewtiyek wanî heye ya na û min dît ku lêkera "dan" jî mîna kirinê, di dema borî de çewt e. :/ divêt van şablonan bê kontrolkirin. :/
@Jiju: Temam paşê serast dikinê. Şablonên ku di nav de pirsgêrek hene di nav gotarên de rake!--Ghybu (gotûbêj) 18:39, 22 reşemî 2017 (UTC)
PS: @Jiju: Ew şablonan bo lêkerên têneper (întransîtîf) hatine çêkirin... Bo şablonên têper, binêre {{ku-tew-têper}} (mînak: çandin)--Ghybu (gotûbêj) 19:15, 22 reşemî 2017 (UTC)

@Jiju: Çêbû bnr. kirin (Tewandin)--Ghybu (gotûbêj) 14:21, 2 rezber 2017 (UTC)

Vegere rûpela "kirin".