Gotûbêj:keşif

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Standarda peyvên kişf/keşf/keşif de

Standarda peyvên kişf/keşf/keşif biguhêre

@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, Pispor, û Ferhengvan:@Bibliophile, Cyrus the virus, IbrahimKocher Duhok, û Bikarhêner: Pêşîn divê bêjim peyva keşif ewil wek tirkî hatiye lêzêdekirin û dûre wek kurdî hatiye guherandin. Ji bo aşkirakirinê min niha kurdî wek "binere: keşf" guherand. Lê ji bo van peyvan divê em standardekê ava bikin. Li gorî we kîjan baştir e? keşif, keşf an kişf, kifş?--Balyozxane (gotûbêj) 11:45, 5 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

keşf çêtir e ji ber ko di edebiyata klasîk da herdem wisa derbas dibit. Hakîmo (gotûbêj) 12:03, 5 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Herwiha dema ko ev peyv bi tenê bit yan jî li ber peyveke ko bi dengdarekî dest pê dikit bit, hingê wek keşif tête xwendin, meselen peyva kevn jî wisa ye. Hakîmo (gotûbêj) 12:17, 5 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Hakîmo. Bi ya min jî keşf baştir e. Li ser google-ê jî xuya ye keşf ji yên din zêdetir tê bikaranîn.--Balyozxane (gotûbêj) 12:20, 5 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, Pispor, û Ferhengvan:@Bibliophile, Cyrus the virus, IbrahimKocher Duhok, û Balyozxane: Merheba hevalino. Ev peyv di Ferhenga Kurdî - Tirkî ya Zana Farqînî de wek "keşf" (Ferhenga Kurdî - Tirkî ya Zana Farqînî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Çapa Çarem, Sibat 2013, r. 988) û "kifş" (Ferhenga Kurdî - Tirkî ya Zana Farqînî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Çapa Çarem, Sibat 2013, r. 1014) derbas dibe. Ango alternatîvek wek "kifş" jî heye.
Di Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî ya TDKyê (Çapa Yekem, Enqere 2014, r. 164) de madeyên "kifş", "kifş bûn", "kifşkirin" û "kifşkirin" hatine diyarkirin, û ji xeynî wan di eynî kitêbê de, di rûpela 166an de madeyeke wek "kişf kirin: f. işaretlemek, belirlemek" hatiye qeydkirin. Ango di vê ferhengê de jî her du awayên peyvê "kifş kirin" û "kişf kirin" qeydkirî ne. Lê texmînen ji ber ku awayê "kifş"ê wek esas girtine, awayên din ên peyvê (wek navdêr, lêker) hatine pêşkêşkirin. Di vê ferhengê de ji xeynî wan awayê "kewş" jî hatiye qeydkirin li beramberî peyva tirkî ya "keşif" (r. 163, 467). Di Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî ya ya D. Îzolî de (Weşanên Deng, Çapa Yekem 1992, r. 230) peyva "kefş" ber bi peyva "kifş" ve hatiye alîkirin. Ango awayê "kifş" wek standard hatiye qebûlkirin. Bi ya min wek "keşf" be çêtir e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:23, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Merheba! kifş u keşf nayêne eynî maneyê, yanî du peyvên cida ne. Hakîmo (gotûbêj) 08:53, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Hakîmo. Wateya kifş ya keşf jî heye, hin kes bi kar tînin. Min çavkaniyên wê danîn. --Balyozxane (gotûbêj) 09:15, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Di edebiyata klasîk da kifş bi maneya keşf nayête dîtin. Ez dibêjim, ev peyva kifş ya bi maneya keşf ji tevliheviyekê peyda bûye. Li devera min jî nig u ling bi tevliheviyekê bûne ning. Hakîmo (gotûbêj) 10:24, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Ez ferqa "kişf" û "kifş"ê nizanim, lê wekî ku ji ferhengan jî xuya dibe, peyva "kifş" bi maneya "kişf"ê jî tê bikaranîn. Ferqa di navberê de hinekî îzah bikî wê baş be. Spas. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:09, 9 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "keşif".